Ji bo piştevaniya bi HDP’ê re li Cenevreyê mîtîngek hate kirin

Li ser banga Parlementerê Parlementoya Federal a Partiya Sosyalîst Stefanîe Prezîoso li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê li Cenevreyê mîtîngek hate kirin, peyamên piştevaniya bi HDP’ê re hatin dayîn.

Bi mîtîngehê piştevanî hate dayîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a rojan desthilat li dijî wê operasyonên qirkirina siyasî pêk tîne.

Mîtînga ku li ser banga Parlementerê Parlementoya Federal a Partiya Sosyalîst Stefanîe Prezîoso hate kirin, li gel parlementerên Swîsreyî û navneteweyî, aktivîstên ji Kolombiya bigire heta Îtalya, Fransa, Swêd, Tûnûsê jî di nav de aktivîstên Îtifaqa Çep a Bihevre amade bûn.Mîtînga li Qada Plaînpalaîs hate kirin, alên HDP’ê hatin hildan.

Li ser navê HDP’ê Siyasetmedar Demîr Çelîk axivî û êrîşên li ser HDP’ê û darezandina HDP’ê ya ji  doza Kobanê û qirkirina Ermeniyan ne tesedûf e û got: “Ji salên 90’î ve dewleta Tirk bi legal dixwaze partî û nûnerên gelê Kurd bigirin û bi vê yekê vîna wan bişkînin.” Çelîk bal kişand ser piştevaniya navneteweyî ya bi HDP’ê û gelê Kurd re.

Piştre Parlementerê Federal a PS Carlo Sommarûga û parlementerên Swîsreyî û nûnerên TSK’ê axivîn.

Hate gotin ku divê hikûmeta Swîsre di warê dîplomatî û aborî de pêkanînan li ser dewleta Tirk bisepîne.

Li aliyê din pêşnûme pirsyarek ku 32 parlementeran îmze kirî ji bo dawî li zextên li ser HDP’ê bê anîn wê radestî meclîsê bikin.

Piştî axaftinan û şûnde parlementer û endamên STK, bi giştî wêne kişandin û wê van wêneyan bişînin ji bo HDP’ê.