Ji bo namzeta Partiya Çep Ozdemîr civîna piştgiriyê hate lidarxistin

Li Hambûrgê di civîna gel de, ji bo namzeta Partiya Çep Cansû Ozdemîr piştgirî hate xwestin.

Li Hambûrgê wê di 23’ê vê mehê de hilbijartinên eyaletê pêk were. Namzeta rêza yekemîn a Partiya Çep Cansû Ozdemîr a ku namzeta hevpar a Kurdistanî û demokratên Tirkiyeyê ye, bi tevlêbûna hezar kesan civîneke gel hate lidarxistin. Parlementerên berê yên HDP’ê Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret jî tevlî civînê bûn.

Berdevkê NCDK’a Hambûrgê Îmam Comert diyar kir ku ji bo Ozdemîr were hilbijartin wan li bajêr seferberî dane îlankirin.

Leyla Îmret jî di civînê de axivî û got ku “ Em bi siyasetmedarên wekî Cansû Ozdemîr serbilind in. AKP û Erdogan naxwaze em siyasetê bikin, ji ber ku ji me ditirsin, lê gelê me li her derê li ber xwe dide.”

‘DIVÊ EM DI SIYASETA EWROPAYÊ DE BI BANDOR BIN’

Parlementerê berê yê HDP’ê Ahmet Yildirim jî got ku “Em li ku dera cîhanê bin, dilê me ji doza vî gelî hildiavêje. Divê em firsendan baş bi kar bînin. Ji ber vê jî divê em di siyaseta Ewropayê de bi bandor bin. Xwedîlêderketina hevala me Cansû Ozdemîr tê wateya ku em xwedî li yekîtiya xwe ya netewetî derkevin.”

‘EZ Ê JI BO GELÊ XWE BIXEBITIM’

Cansû Ozdemîr jî got ku, “Ez ê ji bo gelê xwe û doza xwe ya mafdar bixebitim.” Ozdemîr bang li hemû kesan kir ku bila di 23’ê Sibatê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin.