Ji bo meşa dirêj a li Swîsreyê banga tevlîbûnê hate kirin

Tevgerên Ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN li Swîsreyê wê di 30'ê Gulanê de dest bi meşeke dirêj bikin. Ji bo tevlîbûnê bang li ciwanan kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) wê li 6 welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê' meş bêne lidarxistin.

Meşa li Swîsreyê wê di 30'ê Gulanê de dest pê bike. Komîteya Amadekar a meşê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dem dema parastina Kurdistanê ye û bang li ciwanan kir ku li dijî dagirkeriyê tevlî çalakiyan bibin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Şerê ku bi pêşengiya NATO’yê li Rojhilata Navîn pêk tê, ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya PDK’ê veguherî komployê. Mehên dawî bi krîza li Ûkraynayê re êrişên dewleta Tirk ên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zêde bûne. Krîza petrolê û çavkaniyên xwezayî ji ber ku pêşbirk û hevrikiya NATO û emperyalîzma Rûs de rû da, her wiha bû sedem ku êrişên faşîzma dewleta Tirk ku bi hevkariya NATO’yê pêk tê li Başûrê Kurdistanê û Rojava hîn zêdetir bibe.

Li ser bingeha banga çalakiyê a tevgerên ciwanên şoreşger ên li Ewropayê (TCŞ/TekoJIN) ku wê li Fransa, Elmanya, Swêd, Swîsre, Yewnanistan, Rojava û Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin, li vir wek ciwanên Kurd ên li Swîsreyê em ê 3 roj çalakiya Meşa Dirêj organîze bikin.

Em bang li Kurdistaniyan û dostên xwe dikin ku bi şiyara 'Kurdistanê biparêzin'  3 rojan li dijî xiyanet û dagirkeriyê tevlî çalakiyan bibin."

Bernameya Meşa Dirêj a sê rojan wiha ye:

Roja Yekem
30’ê Gulana 2022’an Duşem
10:00
Qada 1'ê Gulanê, Solothûrn

Roja duyem:
31’ê Gulana 2022’an
10.00
Biel Zentralplatz – Lyss

Roja sêyem
1’ê Hezîrana 2022’an Çarşem
10.00
Zoolîkofen-Bern