Ji bo 'Meşa Dirêj' a li Elmanyayê bang hate kirin

'Meşa Dirêj' ku her sal li Elmanyayê ji aliyê ciwanên Kurd ve tê lidarxistin, 11'ê Îlonê wê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest pê bike. Komîteya amadekar ji bo meşê bang kir ku bi 'ruhê seferberiyê' tevlî bibin.

Meş ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin. Meşa ku wê di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' pêk were, tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û gelek welatên Ewropayê bi sedan ciwan tevlî bibin. Meş wê 11'ê Îlonê li Kolnê dest pê bike. Ciwan wê 14'ê Îlonê meşa xwe li Aachenê bi dawî bike.

Komîteya Amadekar destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwaza wan a bingehîn e.

Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin, "Rejîma AKP-MHP'ê û dewleta Tirk a mêtinger di şexsê rêberê me de tecrîd û qirkirinê li gelê me ferz dike. Li Kurdistanê êrişên qirkirinê û dagirkeriyê, li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî li dijî şervanên leheng û gelê me konsepta tunekirinê di dewrê de ye."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku ciwanên Kurd vê konsepta îmhayê nas nakin û hate gotin, "Çawa ku li dijî vê konseptê hevrêyên me li Avaşîn, Metîna, Zapê li dijî faşîzma Tirk têdikoşin, em ê jî ji bo pêkanîna armanca xwe ya azadiya Rêber Apo, têkoşîna xwe dewam bikin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî Meşa Dirêj bibin ku wê bi dirûşma 'Dest bi dest, mil bi mil: Werin Cenga Azadiyê' bê lidarxistin."