Ji bo meşa 14'ê Tebaxê ya li Swîsreyê bang hate kirin

Li dijî êrişên dagirkeriyê û komkujiyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Kurdistanî wê di 14'ê Tebaxê de tevî dostên xwe li bajarê Zurichê yê Swîsreyê dakevin qadan.

Bi banga "Defend Kurdistan - Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze" Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) 14'ê Tebaxê meşeke girseyî tê lidarxistin.

Çalakî bi dirûşma "Tu jî li ber dagirkirina Kurdistanê rabe" tê lidarxistin. Bi navê Dîwana Hevserokatiyê ya CDK-S'ê daxuyaniyek hate dayin û bang li Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin ku tevlî meşê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xaka Kurdistanê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo têkçûna xwe û krîza giran veşêre, bi her rê û rêbazên qirêj li Kurdistanê polîtîkayên komkujiyê dimeşîne. Artêşa Tirk a dagirker ku ji van êrişên xwe bêencam ma, çekên kîmyewî bi kar tîne û bi vî rengî sûcên şer dike. Her wiha li baregehên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê jî xelkê me yê sivîl qetil dike.

Em bang li her kesî, bang li welatparêzên xwe û dostên xwe dikin ku tevlî meş û mîtînga li dijî dagirkirina Kurdistanê bibin. Ji bo rabûna li ber dagirkeriyê, vê çalakiyê xurt bikin."

Meş û mîtîng wê li bajarê Zurichê 14'ê Tebaxê roja Şemiyê saet di 14:00 de li Helvetiaplatzê pêk were.