Ji bo kongreya SPD'ê pêşnûmeya 'Piştevaniya Rojava'

Hevparê hikumeta Elman SPD'ê ji bo kongreya xwe ya 9'ê Gulanê pêşnûmeyek bi navê 'Piştevaniya bi Rojava re' pêşkêş kir. Di vê pêşnûmeyê de tê xwestin, ku dawî li siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan bê anîn.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Elman ku li gel Xiristiyanên Demokrat ên bi serokatiya Angela Merkel hikumeta federal bi rê ve dibe, 9'ê Gulanê wê kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Di kongreyê de wê ji bo hilbijartinên federal ên 26'ê Îlonê bernameyeke hilbijartinê bê amadekirin. Ji bo Kongreyê, Rêxistina Partiyê ya Eyaleta Berlînê bi sernavê 'Piştevaniya bi Rojava re' pêşnûmeyek pêşkêş kir.

Di pêşnûmeyê de ku ji 2 rûpelan pêk tê û gihîşt ANF'ê, işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin û ji navenda giştî ya SPD'ê û siyasetmedarên sosyal demokrat ên li nava hikumeta Merkel tê xwestin ku li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê. Di pêşnûmeyê de li ser rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahiyên berfireh tên parvekirin.

'DIVÊ SIYASETA TÊKILDARÎ TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN BIGUHERE'

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê hiqûqa navneteweyî binpê dike di heman demê de li herêmê dibe sedema gelek binpêkirina mafên mirovan û rexneyên giran li siyaseta hikumeta federal a têkildarî Tirkiyeyê tê kirin. Di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku di serî de Elmanya divê Ewropa polîtîkaya xwe ya li ser Rojhilata Navîn ji binî ve biguherîne û daxwazên sereke yên bi 20 xalan hatine ragihandin wiha parve kir:

AMBARGOYA ÇEKAN: Bila peymanên ku hatine erêkirin bên betalkirin û firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bi temamî bê rawestandin.

DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ BÊ ANÎN: Elmanya li gorî peymanên NATO û Neteweyên Yekbûyî bikeve nava liv û tevgerê ji bo dawî li dagirkeriya leşkerên Tirk a li bakurê Sûriyeyê bê anîn. Bi taybetî divê bê destnîşankirin ku Rojava bi ti awayî gefê li dewleta Tirk naxwe.

BILA BES PERE JI ERDOGAN RE BÊ DAYIN: Hevkariya aboriyê ya bi Tirkiyeyê re divê bê kêmkirin, misogeriya krediyê ya Hermes jî di nav de dawî li piştgiriya fînansî bê anîn. Piştgiriya malî ya ji bo penaberan bi Tirkiyeyê re tê kirin divê eşkere be. Divê destûr neyê dayin ku Tirkiye vê alîkariyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

JI BO AŞTIYÊ DIVÊ HEWL BÊ DAYIN: Bi hevkariya Fransa û Îngilistanê ku endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ne divê Elmanya ji bo aştiya li Sûriyeyê hewl bide. Ji bo vê jî bike ku Neteweyên Yekbûyî bikeve nava liv û tevgerê.

DARIZANDINA DAÎŞ'IYAN: Piştgiriyê bide avabûna dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina sûcdarên DAÎŞ'î.

DIYALOGA BI RÊVEBERIYA XWESER RE: Ji bo penaberên ku ji cih û warê xwe bûne û xwe li herêmên bakurê Sûriyeyê girtine bernameyên alîkariya mirovî bên amadekirin. Ji bo alîkarî û piştgiriya bi herêmê re diyalog bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê danîn.

ZEXTA LI CHP'Ê: SPD ji partiya birayê xwe CHP'ê bixwaze ku ji bo dawî li êrişên Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê bê anîn bikeve nava liv û tevgerê.

KURDÊN LI ELMANYAYÊ: Dawî li siyaseta krîmînalîzekirina rêxistinên tevgera azadiyê ya Kurd ên li Elmanyayê bê anîn.