Ji bo Kînda Zîn li Londonê serdanên sersaxiyê

Ji bo Fatma Onûr (Kînda Zîn) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li avahiya KCC a Londonê serdanên sersaxiyê hatin kirin.

Ji bo Fatma Onûr (Kînda Zîn) ku hate ragihandin di 28'ê Cotmeha 2022'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûye, ji aliyê malbata wê ve li avahiya KCC a Londonê serdanên sersaxiyê têne qebûlkirin.

Fatma Onûr ku di sala 1993'an de ji Londonê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû, 30 salan li çiyayên Kurdistanê gerîlatî kir. Bi sedan kesî serdana konê sersaxiyê kirin. Di bîranînê de ku malbatên şehîdan jî tevlî bûn, ji bo Fatma Onûr maseyeke bîranînê hate danîn û find hatin vêxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdsitanê, Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan û Nivîskar Alî Poyraz axivî. Poyraz anî ziman ku Kînda Zîn 30 salan ji bo gelê xwe li çiyayên Kurdistanê têkoşiya û got, "Bila serê gelê Kurdistanê sax be. Faşîzma Tirk wê ti carî bi ser nekeve. Têkoşîna gelê mezlûm wê bi ser bikeve."