Ji bo girtiyên siyasî li Hollanda, Swêd û Swîsreyê pirsname hatin dayîn

Derbarê rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de ne, li Hollanda, Swêd û Swîsreyê pirsname pêşkêşî meclîs û parlementoyan hatin kirin.

Jasper van Dîjk ê ji Partiya Sosyalîst a Hollandayê ji bo Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş pirsname da hikumetê û ji hikumetê pirsî, gelo derbarê girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê polîtîkaya wan çi ye.

Dîjk diyar kir nêzî 1600 girtiyên nexweş hene û ev girtî nehatine berdan û got “Hûn amade ne ku zextan li Tirkiyeyê bikin da ku girtiyên nexweş bila li nexweşxaneyan tedawî bibin an jî di rojên xwe yên dawîn de li mala xwe bin?”

SWÊD

Parlementera serbixwe Amîneh Kakabaveh jî li Parlementoya Swêdê ji bo Wezîra Karê Derve Ann Lînde bibersivîne, pirsnameyek da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û mirinên ku di demên dawîn de li girtîgehan pêk tê. Kakabaveh got “Eşkere ye ku pergala hiqûqa Tirk li dijî mafên mirovan e û li girtîgehan mafên mirovan tê binpêkirin. Divê hikumeta Swêdê bala xwe bide ser vî tiştî û ji bo ku heman tiştî bike divê YE jî qanih bike.”

SWÎSRE

Endama Koma Keskan Stefanîe Prezîoso jî li Parlementoya Swîsreyê pirsname da, bang li Hikumeta Federal kir û xwest bila ji bo girtiyên nexweş û siyasî têkevin nav hewldanan.