Ji bo gihiştina hedefa îmzeyan pêngavek din hat avêtin

Di standên li bajarên Lîmasol û Larnacayê yên Qibrisê hatîn danîn de, 4 hezar û 295 îmze hatin berhevkirin.

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ya bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyên qedexe’ ya li Qibrisê hatî destpê kirin de li bajarên Lîmasol û Larnacayê standên îmzeyan hatin danîn.

Standên îmzeyan li benderên herî qerebalix ên Lîmasol û Larnacayê hatin danîn rastî eleqeyek zêde ya turîstan hat.

Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên PKK’ê li standan hatin bicihkirin.

Berdevkê Komîsyonê Kamîl Akalin diyar kir ku wan li her du bajaran bi giştî 4 hezar û 295 îmze berhev kirine û got: “Em pêngavek din nêzî armanca xwe bûn. Niha yekane rojeva me, bi serkeftî temamkirina pêvajoya kampanyayê ye. Her hevalê me yê ku di xebata kampanyayê de cih digire, bi vê berpirsyartî û hestiyarbûnê tev digere. Her hefteyê em nêzî 5 hezar îmzeyan berhev dikin. Di demek nêz de em ê têkildarî hêjmara giştî ya îmzeyan ji çapemeniyê re agahiyek berfireh parve bikin.”

Akalin di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Kurd û dostên wan yên şoreşger kir ku xwedî li pêvajoya kampanyayê derbikevin û mezin bikin.