Ji bo gerîlayên HPG’ê Er û Ozdemîr şîn hate danîn

Ji bo gerîlayên HPG’ê Mûrat Ozdemîr (Avareş Erdal) û Îsmet Er (Dijwar Agir) ên ku di şerê li dijî dewleta Tirk de şehîd bûbûn, li Zurîhê şîn hate danîn.

Ji bo gerîlayên HPG’ê Mûrat Ozdemîr (Avareş Erdal) û Îsmet Er (Dijwar Agir) ên ku di 10’ê Îlona 2018’an de li Şirnexê di şerê li dijî dewleta Tirk de şehîd bûbûn, li Zurîhê şîn hate danîn.

Malbata Er a ku li Zurîhê dijîn, siyasetmedarên Kurd û Endamê Desteya Rêvebir ê KCK’ê Zubeyîr Aydar tevlî şînê bûn. Di şînê de sînevîzyona li ser Er û Ozdemîr hate nîşandan.

AYDAR: BI SAYA ŞEHÎDAN EM SERBILIND IN

Endamê Desteya Rêvebir a KCK’ê Zubeyîr Aydar di şînê de axivî û got ku “Axaftina li ser şehîdan ne hêsan e. Em bi hurmet wan bi bîr tînin. Heke îro li hemberî dijminan em serbilind bin, ev saya têkoşîna şehîdan e. Em deyndarê şehîdan in.”

Bavê Er, Necmettîn Er jî diyar kir ku kurê wî ne bi tenê şehîdê wî ye û got ku, “Kurê min şehîdê gelê xwe ye. Ji bo azadiyê divê berdêl were dayîn Em heta ku azad bibin, em ê berdêlê bidin.”

‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ LI CÎHANÊ DENG VEDIDE’

Li ser navê KODAR’ê Hecî Ahmedî jî got ku “Îro li vê derê ne bi tenê malbatên şehîdan hene. Her kes li vir in. Şehîd dibin zarokên gelê xwe. Li Strasboûrgê bi sedan enternasyonalîst tevî me dimeşin, ev jî diyar dike ku têkoşîna azadiyê li cîhanê deng vedide.”