Ji bo gaziyê HPG'yî Goksû merasîma cenaze hate çêkirin

Gaziyê HPG'yî Serhat Goksû (Senar) li Hambûrgê şehîd bû. Gokçe şandin Qereyaziyê. Goksû ji Hambûrgê hate birêkirin.

Serhat Goksû (Senar) ku dema li eniyên HPG'ê têdikoşî birîndar bûyî û ji bo tedawiyê li Elmanyayê bû, li Hambûrgê şehîd bû.

Goksû ku bi eslê xwe ji Qereyazî ya Erzeromê ye, li Geverê ya Colemergê bi giranî birîndar bûbû.

Goksû, piştî ku birîndar bû, demeke dirêj li Başûrê Kurdistanê ma û ev 2 sal in ji bo tedawiyê li Hambûrgê dijiya. Goksû ku ji kezebê birîndar bûbû, piştî ku rewşa wî lê giran bû rakirin nexweşxanê û li vir şehîd bû.

Merasîma cenaze li bajarê Stade çêbû û gelek kes hazir bûn.

Hevberdevka KON-MED'ê Zubeynde Zumrut got ew ê Serhat Goksû di nav têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Hevberdevk Engîn Seven jî got, ''Ti caran ji têkoşînê qut nebû û tevlî hemû çalakiyan bû.''

Li merasîmê li ser navê Tevgera Ciwanan, KOMAW, FED-DEM'ê axaftin hatin kirin.

Tabûta Goksû, hevrêyên wî yên ciwan li milê xwe kirin û cenaze şandin Qereyaziyê.

Serhat Goksû li Qereyaziyê bi merasîmekê hate veşartin.