Ji bo ciwanê Kurd ê ku li Londrayê hate qetilkirin, merasîmek hate lidarxistin

Ji bo ciwanê Kurd Alî Baygoren ê ku li Londrayê bi kêrê hatibû qetilkirin, merasîmeke veşartinê hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Hefteya borî li Londraya Bakur ciwanê Kurd ê bi navê Alî Baygoren (17) bi kêrê hatibû qetilkirin. Ji bo Baygoren li Cemxaneyê merasîmek hate lidarxistin. Ji xeynî malbata wî Hevseroka Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) Dîlek Încedal, serokê berê yê BAF’ê Îsrafîl Erbîl, Hevseroka Cemxaneyê Fîlîz Koç, nûnerên Meclîsa Gelê Kurd, GÎK-DER û nûnerên komeleyên herêman tevlî merasîmê bûn.

Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn. Pîr Mehmet Yuksel merasîm bi rê ve bir. Pîr diyar kir ku divê civak xwedî li nasname û pêşeroja xwe derkeve.

Cenaze birin goristana Chîngfordê û li vir hate veşartin.

Ciwanê Kurd Alî Baygoren di 18’ê Hezîranê de li Londrayê bi kêrê hatibû qetilkirin. Bi deh hezaran kes daketibûn qadan û bi sloganên ‘Dewleta kujer, polîsê kujer’ meşiyabûn navenda polîsan.