‘Ji bo bidawîkirina qetlîaman em xwedî li girtiyan derkevin’

KCDK-E’yê diyar kir dîroka dewleta Tirk bi qetlîamê hatiye nivîsandin û got “Li hemberî êrişên ku dewleta Tirk li ser gelên me dike, em têkoşînê geş bikin.”

KCDK-E’yê bi wesîleya salvegera qetlîama li ser girtiyan a di 19’ê Kanûna 2000’an de, Qetlîama Maraşê ya 19-26’ê Kanûna 1978’an û Qetlîama Roboskiyê ya di 28’ê Kanûna 2011’an de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Girtiyên siyasî yên ku li dijî pergala hucreyê ya Tîpa F û tecrîdê di 20’ê Cotmeha 2000’an de çalakiyên rojiya mirinê dabûn destpêkirin. Li dijî vê çalakiyê dewleta Tirk a dagirker di 19’ê Kanûna 2000’an  de bi 10 hezar leşker û polîsan qetlîamek kiribû.

Ji bo avakirina zemîna siyasî ya êrişê provokasyonek hatibû amadekirin û qaşo du leşkerên di girtîgehê de ji aliyê çekên girtiyan hatine kuştin. Piştre derketibû holê ku ev nûçe derew e.

Qawîş hatin rûxandin, bi bombeyên rondikrêj û bombeyên çavan qetlîamek hate kirin. Girtiyên hatine kuştin, şewitandin û birîndarkirin têrî vegotina hovîtiyê nake.

Operasyona ‘Vegera li jiyanê’ hê jî li zindanên dewleta Tirk xwe bi awayên cihê dubare dike û îro jî didome. Di hefteyeke dawîn de li zindanên Tirkiyeyê li ser hev cenazeyê 3 girtiyên siyasî derketiye derve.

Îmrali di serî de zext, zilm û êşkenceya lis er girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de didome. Dewleta Tirk a faşîst û rejîma AKP û MHP’ê zextên li ser girtiyên siyasî zêdetir kiriye.

Tecrîda Îmraliyê li her derê belav kirine û her der bûne cihên qetlîam û pergala êşkenceyê.

Şertên giran û tendirustiyê yên girtiyên siyasî bi xwedîlêderketina hemû kesan dikare bi dawî bibe.

Dîroka vê dewletê bi qetlîaman hatiye nivîsandin. Li Maraşê jî di 24’ê Kanûna 1978’an de li hemberî Kurdên Elewî qetlîamek hate kirin û li gorî hejmarên fermî 120 kes hatin kuştin.

Dîsa di 28’ê Kanûna 2011’an de bi fermana Erdoganê dîktator balefirên şer ên Tirk piraniya wan zarok 34 Kurdên sivîl qetil kirin. Fermandarê ku ev qetlîam kir piştî qetlîamê rutbeya wî hate zêdekirin û ji aliyê Erdoganê dîktator ve hate xelatkirin. Ev jî diyar dike qetlîama Roboskiyê qetlîameke bi plan a dewleta Tirk e.

Em qetlîamên Maraş û Roboskiyê şermezar dikin û şehîdan bi hurmet bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li hemberî polîtîkayên êrişê yên dewleta faşîst a AKP û MHP’ê, em berxwedanê geş bikin.”