'Ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê, destek nedin dîktatoriya Erdogan'

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê bang kir û diyar kir, "Erdogan û çeteyên wî komkujiyan dikin. Hûn jî nebin hevparê vê yekê û tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin."

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê bang li mirovên li Ewropayê kir, ku destekê bidin kampanya boykotkirina tûrîzma Tirk. Di daxuyaniyê de işaret bi bêhiqûqî û zextên li Tirkiyeyê hate kirin û hate gotin, "Li Tirkiyeyê ku ji aliyê tifaqa partiyên faşîst AKP-MHP ve tê birêvebirin, desthilatdariya li Tirkiyeyê desthilatdariya rêveberiyeke antî-demokratîk e.

Ev desthilatdariya ku ji aliyê dîktator Erdogan ve tê birêvebirin, dest daniye ser azadî û mafên demokratîk, azadiya îfadeyê, rêxistinbûn û axaftinê ya mirovan qedexe kiriye. Zextê li her kesên mîna wan nafikire dike, wan digire û zilmê dike. Hem bi rengê leşkerî hem jî bi zext û komkujiyan êrişê dibe ser gelê Kurd. Komara Tirkiyeyê veguheriye girtîgeheke vekirî ku mirov nikarin bi rengekî azad lê bijîn, nikarin xwe lê îfade bikin û bi rengekî nehiqûqî tên darizandin û cezakirin. Kurdistan jî bi operasyonên komkujiyan veguherandine qadeke şer."

Di daxuyaniyê de desteserkirina şaredariyên HDP'î, tundiya li jinan, destgîrkirin û girtina bi hezaran mirovî hatin bibîrxistin û hate gotin, "Di serî de Elewî, li Asûrî, Ermen, Êzidî û gel û baweriyên cuda zext, tundî tê kirin û gef li wan tê xwarin. Li televîzyonan lîsteyên mirinê yên mirovên ji bawerî û nasnameyên cuda tên eşkrekirin û gef li wan tê xwarin."

'DEWLETA TIRK QADÊN DERVEYÎ SÎNOR JÎ DAGIR DIKE'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, Erdogan ê ku dixwaze xewn û xeyalên Neo Osmanî pêk bîne, gelên ku di nava aştî û aramiyê de li warê xwe bûn bi zorê koçber kir, li şûna wan çeteyên xwe yên barbar ên cîhadîst bi cih kir, xaka wan dagir kir û dest bi qirikrinê kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagir kiriye bi pîvanên şerî bi rê ve dibe. Bi zorê Tirkî hînî zarokan dike û bi vî rengî asîmîle dike. Erdogan ku li nava welêt jî gel birçî û bêkar dihêle, ji bo karibe polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê bi cih bîne, hatineya ji tûrîzmê bi kar tîne.

Em bang li Kurd, Tirk, Asûrî, Laz, Çerkes, Ermen, ekolojîst, jin, ciwan, Elewî, Êzidî, misilman, partî û saziyên wan ên li Ewropayê dikin ku di vê mijarê de hişyar û berpirsyar bin. Şensê nedin Erdogan ê dîktator ku li Rojhilata Navîn DAÎŞ'ê xwedî dike, pêşengiyê jê re dike, gelê Kurd qetil dike û li ser serê gelên Ewropayê û cîhanê dike bela.

Weke ku di mîna Elmanyayê de tê dîtin, hin welatên Ewropayê bi Tirkiyeyê re peymanên tûrîzmê çêdikin. Bi saya van peymanan Erdogan ê dîktator ji xwe re çavkaniya fînansê dibîne. Her Euroya ku ji tûrîzma Tirkiyeyê re dike vediguhere zilm, komkujî û zextê. Fînansekirina Tirkiyeyê tê wateya afirandina derfetan ji bo xurtkirina DAÎŞ a barbar. Bêyî ku guh bidin jin, zarok, extiyaran, yekser komkujiyan dikin. Hûn jî nebin hevparê vê yekê û tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin.

Ji bo xurtbûna demokrasiyê û pêşketina azadiyê, ji bo qutkirina piştgiriya leşkerî û aborî ya li Tirkiyeyê, hûn jî tevlî kampanya me ya boykotkirina tûrîzma Tirk bibin û ji bo hinekî din jî tevlî bibin destekê bidin me."