Ji bo bersivê bide bendewariyên gelê xwe şer kir

Gulîstan Fermerzî ku sala 2005'an bi gotina "Ez ê hewl bidim bibim bersiv ji bendewariyên gelê me, Rêberê me û dîrokê" tevlî nava refên gerîla bû, di sala 2012'an de şehîd bû.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ya Jinê, ji bo kevneşopiya koledariyê ya bi dehan salan têk bibin xwe li çar aliyên Kurdistanê bi rêxistin dikin û ji bo têkoşînê bang li Kurdistaniyan dikin. Jîn Jin (Gulîstan Fermerzî) ji ber zextên rejîma Îranê û êsîrgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komployek navneteweyî di sala 2005'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Jîn û Jin. Jin bû di heman demê de bû jîn. Di nava refên PKK'ê de gava destpêkê ya vê yekê avêt.

Gerîlaya YJA Starê Gulîstan Fermerzî bi nasnavê xwe Jîn li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Xwest bibe yek ji jinên têkoşer ên eşîra Şîkak a raperîner. Bi qasî dilsoziya xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de jî xwe şareza kir, di nava artêşa jinê de bû yek ji milîtanên xurt, bi îrade û wêrek. Tevî operasyona şoreşgerî ya Şehîd Arjîn Garzan û Şehîd Mahîr Başkale bû û bû xwedî meşeke gerîla ya bi hevrêyên xwe re.

Li Zapê û Xakurkê gerîlatî kir, armanc, daxwaz û xewn û xeyalên xwe yên di nava jiyanê de bi çend gotinan wiha anîbû ziman: "Rêbertî herî zêde ji jinê daxwaza azadiyê dike, lewma rol û mîsyona dikeve ser milê me gelek e. Hewl didim bi vê têgihiştinê tevbigerim. Jin bi hezaran sal in hatiye kolekirin. Em ê vê yekê têk bibin, rastiya jinê biafirînin ku xwe bi rêxistin kiriye, bi rêxistiniyê xwe têgihiştî kiriye. Em ê hewl bidin bersivê bidin bendewariyên gel, Rêbertî û dîroka xwe." Jîn Jin di Tebaxa 2012'an de li Şemzînan û Çelê di operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Arjîn Garzan û Şehîd Mahîr Başkale de di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest da.