Ji bo Berjîn Zenda li Solothûrnê merasîma bîranînê hat lidarxistin

Bi sedan Kurdistanî û dostên wê tevlê bîranîna ji bo Şehîd Berjîn Zenda bûn. Di axaftinên li vir hatin kirin de hat gotin ku Berjîn Zenda jî mîna Sakîne Cansiz’annavê di dîroka têkoşînê de nivîsand.

Li kantona Solothûrn a Swîsreyê ji bo bîranîna Berjîn Zenda (Ayşe Demîr) û 5 hevalên wê yên ku di 7’ê Tîrmeha 2021’an de li nêzî gundê Kêste di bombebarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li bajarokê Gerlafîngen ê girêdayî kantona Solothûrnê, bi tevlêbûna malbata Berjîn Zenda, hevalên wê yê têkoşînê û rêxistinên jinan ên Swîsre û bi sedan Kurdistanî bîranîn hat lidarxistin.

Di bîranînê de, di şexsê şehîdên Heftanînê de şehîd Berjîn Zenda (Ayşe Demîr), Arjîn Cizîrî (Fatma Turk), Sozda Vorîn (Nûr Kizil), Aso Zagros (Melîk Altin), Kûrtay Bestûn (Muhammed Suphanî) hatin bîranîn û Qendîl Zap (Îbrahîm Mehdî), ji bo bîranîna hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Di bîranînê de ku bi pêşkêşkirina nûnera YJK-S’ê destpê kir, dayika Berjîn Zenda Ziyana Ana (Yadê Zelîş) ku pêşî mafê axaftinê girt û got: “Berjîn ne tenê keça min bû. Berjîn berê xwe da çiyayên azad û rêya têkoşînê ji bo gelê xwe hilbijart. Weke malbata wê em ê têkoşîna wê bi xwedîderketina li bîranîna hevala xwe Berjîn biparêzin. Serê gelê Kurd sax be.”

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat jî di şexsê Berjîn Zenda de behsa têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd kir û got, "Berjîn Zenda mîna Delal Amed, Sakîne Cansiz, Zelal Sîdem, Tîjda Ekecîk’an navê xwe di dîroka têkoşînê de nivîsand û di bûyîna pîvanek yê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de bi ser ket."

Nûnera TekoJIN’ê jî bi gotina; “Bavê min her tim ji min re digot bibe parêzer. Belê, ez bûm parêzer.” Soza xwe ya 'Ez jinan, gelê xwe û axa xwe diparêzim' bibîr xist û got, "Em ê bi şopandina rêya hevalê me Berjîn, emê têkoşîna azadiya jinê, gelê xwe û axa xwe bidomînin."

Her wiha peyama ku malbata Şehîd Arjîn Cizîrî (Fatma Turk) ku ji welat ji bo çalakiyê şandibû hat xwendin.

Di peyamê de wiha hatibû gotin: “Ji dayika Berjîn Zenda Ziyana Ana re sersaxî dixwazin. Ziyana Ana ne tenê dayika Zenda di heman demê de dayika bi hezaran şehîdên azadiyê ye. şehîd namirin.”

Dîsa rêhevalê wê yê ji Ewropayê yê ku bi Berjîn Zenda re rêya têkoşînê hilbijartî, axaftinek kir û behsa aliyê têkoşer ê Berjîn kir.

Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya ku beşdarî bîranînê bû, bi wesîleya 43. salvegera damezrandina PKK'ê salvegera vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbata Berjîn Zenda û gelê Kurd pîroz kir û li ser girîngiya şehîdan ya di dîroka têkoşînê de axivî.

Di axaftinên rêxistinên jinan ên Swîsreyî û enternasyonalîst de hate gotin ku têkoşîna jinên Kurd hem li Rojava hem jî li Kobanê ji bo wan bûye mînak û hat gotin, "Pêwîste erka hemû jinan be ku xwedî li têkoşîna demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê derkevin."

Di bîranînê de nameya Berjîn Zenda ya beriya şehîdbûnê ji xizmên xwe re şandibû hat xwendin û  kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Her wiha nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ên li ser şehîdan hatin xwendin.

Piştre sînevîzyona ku têde Berjîn Zenda bi xwe behsa jiyana xwe ya têkoşînê dikir hat temaşekirin. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

Kongreya TCŞ'ê ya Swîsreyê ku îsal pêk hat û meşa 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê diyarî Berjîn Zenda hat kirin.