Ji bo azadiya Ocalan şandina name ya ji bo NY’yê didome

Di çarçoveya kampanya îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Kurdan li paytexta Belçîka Brûkselê name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.

Meclîsa Jinan a Bêrîtan a Brûksel di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê ye’ îmzeyên hatin komkirin, bi rêya postayê ji bo Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.

Koma Xebatê ya Kurd a Başûr ê Efrîqa (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Başûrê Efrîqa (COSATU) berî demekê kampanya îmzeyan hatibû destpêkirin. Kurd û dostên wan li tevahî cîhanê tevlî vê kampanyê bûn, heta niha bi hezaran name ji NY’yê re hatine şandin.