Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Aaraû çalakî hat lidarxistin

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Aaraû’yê ji bo balê bikişînin ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarê Aaraû ya Swîsreyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî çalakiyek hate lidarxistin.

Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aaraû’yê de Kurdistaniyan li ber stasiyona trenê ya navendî li hev civiyan û li vir mîtîngek li dar xistin.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê CDK'ê Emrûllah Bîngul axivî û got, "Heta ku ji daxwazên mafdar ên gelê Kurd re bersiv neyên dayîn em ê di çarçoveya pêngava 'Dem Dema Azadîye Ye' ya li dijî tecrîd, dagirkerî û komkujiyan de li qadan bin."

Siyasetmedar Dîlan Zaza jî di axaftina xwe de anî ziman, "Li hemberî êrîşên îmhayê yên topyekûn ên li ser gelê Kurd û Kurdistanê, em ê bi xwedîderketina li pêngavê re Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bikin."

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyên di çarçoveya xwedîderketina li pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bi dawî bû.