Ji bo Şehîd Sema Eylul konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo Fermandara YJA Star’ê Sema Eylul a 18’ê Tebaxa 2022’yan li Metînayê şehîd bû, li bajarê Gîessen ê Elmanyayê konê sersaxiyê hat danîn.

Ji bo Fermandara YJA Star’ê Sema Eylul (Fatma Marangoz) ku 18’ê Tebaxê li Metînayê şehîd bû, konê sersaxiyê hat danîn.

Konê sersaxiyê ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gîessenê hat danîn, wê heta roja Şemiyê berdewam be. Ji Gîessen û bajarên li der û dorê gelek Kurdistanî tev li taziyeyê dibin.

Sema Eylûl, biraziya Ahmet Marangoz ku ji şehîdên destpêkê yên li Amedê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Mûstafa Marangoz ê Berpirsê Baskê Leşkerî yê Amedê û şehîdekê Filistînê ye. Xwişka Berçem Amed (Miyaser Marangoz) ê ku sala 2010’an bi çar hevalên xwe re şehîd bû.

Ji bo Arjîn Cûdî (Zeynep Dal) gerîlaya YJA-Star’ê ku bi Semra Eylul re şehîd bû jî wê roja Yekşemê merasîma bibîranînê bê danîn.