Ji bo Êzidiyan li 4 bajarên Swêdê çalakî hatin kirin

Ji bo şermezarkirina qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Êzidiyan li bjarên Stockholm, Helsîngborg, Orebro û Vasteras Kurd û dostên wan daketin qadan.

Di çalakiyên li ser banga Federasyona Jinên Êzidî ya 3’yê Tebaxê bibe ‘Roja Têkoşîna li dijî Qirkirina Jinan û Qirkirinê’  hatin kirin de hemû jinên li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dane silav kirin.

STOCKHOLM

Li bajarê Stockholmê çalakî saet 11:00’an li pêşiya lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Saet 13:00’an jî aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholm û Meclîsa Jinan a Amara li qada Sergels Torgê pêk hat. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Partiya Çep a ji rêveberên Herêma Ûppasala Yekbûn Alp axivî û diyar kir ku bi zanabûn jin û civaka Êzidî hatiye hedefkirin.

Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin pankartên qetlîama Şengalê şermezar dikin li gel alên KODAR û TJK-E’yê, dîsa wêneyên 3 jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

HELSÎNGBORG

Li bajarê Helsîngborg rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd saet derdorî 12:00’am serdama Êaşa Êzidiyan hate kirin. Ji bo şermezarkirina qetlîama li Şengalê ya DAÎŞ’ê pêk anî çalakiyek hate kirin.Çalakiya saet derdorî 14:00’an li Qada GA Torgetê hate kirin gelek kes tevlî bûn. Siyasetmedarê Kurd Abdullah Konya ê hem Kurdî û Swêdî axivî diyar kir ku di encama xiyaneta PDK’ê de bi hezaran Êzidî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin û bi bi hezaran jin jî hatin kolekirin.Konya bang li welatên Rojavayî û Swêd kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser YPG/YPJ û PKK’ê yên ku DAÎŞ têk bir rawestin.

her wiha di çalakiyê de Seroka bajarê Helsîngborg a Partiya Çep Cladûdîa Velasqûes jî axivî diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê yên li dijî qirkirina li ser Êzidiyan bi fedekarî û lehengî li ber xwe dan, piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re anî ziman.

Endamên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên bajarê Malmo û Goteborgê jî tevlî çalakiyê bûn.

OREBRO

Li Qada Vaghûstorgetê ji bo tehşîrkirina qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Êzidiyan hatin hildan. Jineke Kurd ji bo şermezarkirina firotina jinan a ji aliyê DAÎŞ’ê ve li qadê çalakiya rûniştinê pêk anî. Her wiha wêneyên qirkirina DAÎŞ’ê tîne ziman li qadê hatin bilindkirin. Bi sedan belavok di çalakiyê de hatin belavkirin.

VASTERAS

Li navenda bajar Kurdistaniyan bi vekirina pankartên ku hevkariya PDK’ê dîsa hevkariya çeteyên DAÎŞ’ê ya li gel dewleta Tirk şermezar kirin. Ji bo raya giştî di derbarê komkujiya li Şengalê de agahdar bikin belavok hatin belavkirin.