Ji asta navneteweyî nerazîbûnên li dijî qetilkirina Denîz Poyraz bilind bûn

Gelek sazî û dezgehên navneteweyî nerazîbûn nîşanî qetilkirina xebatkara Seroaktiya HDP’ê ya navçeya Îzmîrê dan.

Koma Çep a Parlementoya Ewropayê daxuyaniyek da û qetilkirina Denîz Poyraz a li Îzmîrê şermezar kir, diyar kir ku piştgirî didin HDP’ê û malbata Poyraz. Partiyê diyar kir ku divê YE’yê êdî li dijî polîtîkayên tundiyê yên Erdogan ên çewisandinê derbikeve.

Partiya Keskan a Ewropayê têkildarî qetilkirina Poyraz ê got: “Bi awayê herî tund hate şermezarkirin” ji bo her kesê ji êrîş bandor bûne di nava piştevaniyê de ne.

Ji Koma Çep a Parlementoya Ewropayê (PE) Parlementerê Îtifaqa Sor-Keskan a Danîmarka Nîkolaj Vîllûsen cînayet şermezar kir û got: “Divê YE’yê li divî vê terorê daxuyanî bide, bang hate kirin ku divê dawî li kampanya li dijî HDP’ê tê kirin, bê anîn.

Partiya Podemos a peyemek da got: “Em êrîşa li ser HDP’ê û qetilkirin xebatkara partiyê Denîz Poyraz şermezar dikin. Sersaxiyê didin HDP’ê û malbata Poyraz. Divê Yekîtiya Ewropayê li dijî polîtîkayên zext û tundiyê bikeve nava liv û tevgerê.

Endamê Koma Sosyalîst a Parlementoya Ewropa û Rektora Tirkiye ya PE’yê Nacho Sanchez Amor da destnîşan kir ku li pêşberî qetilkirina Denîz Poyraz şok derbaskirine û got: “Divê berpirsê vê êrîşa hovan e, derkeve pêşberî dadgehê. Divê dawî li kampanyayên siyasî yên li dijî HDP’ê bê anîn.”

Parlementera Partiya Çep a PE’yê Ozlem Alevî Dermîrel êrîş şermezar kir.

Seroka Partiya Îtifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez de Laclle jî bal kişand ku êrîş zêdebûna tundiyê li xwe digire, êrîş şermezar kir.

Parlemeterê Partiya Karker a Parlementoya Îngîltereyê Lloyd Rûssell-Moyle destnîşan kir ku bûyera pêk hatî, di asta şokê de bû, wê parlemento derbarê mijarê gotûbêjan bike.

Koordînatorê Enternasyonalîst ê Pêşverû Davîd Adler jî daxuyaniyek da û got: “Ev bûyera qewimî hovan e ye. Xemgîn û dibe sedema hêrsbûna mirov. Rejîma Erdogan her roja diçe zêdetir zalim dibe.

Endamên Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê ye daxuyaniyek da û qetilkirina Poyrazê şemezar kir û ev hate gotin: “Ev qetilkirineke polîtîk a jinê ye. Ji ber ku jin bû, ji ber ku jinek aktîf a polîtîk bû, hate qetilkirin.