Ji Îtaliyan û Kurdan çalakiya piştevaniyê

Kurd û Îtalyayiyên li paytext Romayê, ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de berxwedana Garê jî hate silavkirin.

Li paytexta Îtalya Romayê, ji bo piştevaniya bi Rojava re û silavkirina berxwedana Garê çalakî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku li Navenda Çanda Kurda a Araratê pêk hat û ji aliyê Stafetta Sanîtarîa û Komîteya Kurd a Romayê ve hate lidarxistin, Îtalyayiyan berhemên xwe yên çandiniyê firotin û piştgiriya Rojava kirin.

Di çalakiyê de serketina Garê jî hate silavkirin.