Iraqê hêzên xwe yên leşkerî sewqî Şengalê kirin

Hate ragihandin piranî hêzên Iraqî yên çûne Şengalê li Çiyayê Kolik ên dikeve rojavayê Şengalê bi cih bûne.

Ji ber lihevkirina Hewlêr-Bexdayê hêzên destpêkê yên leşkerî yên Iraqê çûn Şengalê.

Hate ragihandin nêzî 2 hezar û 500 leşker ji bo Şengalê hatine şandin, hate diyarkirin ku ev hêz li gundên Medîban, Şêxa Sîba Xidir, herêmên sînor û Çiyayê Kolik bi cih bûne.

Rayedarên leşkerî yên Iraqê jî ragihand ku ev hêz wê devera ku heta bajarokê Rebîayê bixin di bin kontrola xwe de.

Bi vê yekê hemû sînorên ku dikeve navbera Bakur û Rojhilatê Sûriye û Şengalê de tê kontrolkirin.

Piştî vê biryarê û şûnde Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê banga xwedîderketina li Şengalê kiribû.