IFJ û EFJ’ê daxwaza berdana rojnamevanên girtî kirin

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) û Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFJ) daxwaz kir ku nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya û Jin Newsê yên li Tirkiyeyê girtîne bên berdan.

Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger ê têkildarî rehîngtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jin Newsê Şehrîban Abî û Nazan Sala yên ji ber nûçeya têkildarî ji helîkopterê avêtina Servet Tûrgût û Osman Şiban ên ji aliyê leşkerên Tirk a dagirker a li Wanê daxuyaniyek da, derxistina sûcên tên veşartin û bêcezatiyê karekî yê rojnamevaniyê ye. Bellanger anî ziman ku girtina her çar rojanamevanan xizmeta çapemeniya azad a Tirkiyeyê nake daxwaza berdana Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala kir.

Sekreterê Giştî yê EFJ’ê Rîcardo Gûtîerrez diyar kir ku girtina rojnamevanan ên karê xwe dikin fikar in. Gûtîerrez daxwaza berdana rojnamevanên girtî kir.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr li gel nûçegihana Jin Newsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ji ber nûçeya ku welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin, ji Cotmeha borî ve girtî ne.