Hûnko: SÎHA’yên Tirk sûcên şer dike

Ji Partiya Çep Andrej Hûnko yê qetlîamên dewleta Tirk bi SÎHA’yan pêk anî bire rojeva Meclîsa Federal, diyar kir ku li şûna Elmanya pêşiya sûcên bi SÎHA’yan tên kirin bigire, piştevaniya xwe ya li gel rejîma Erdogan didomîne.

Balafirên Şer ên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk 23’yê Hezîranê li gundê Helîcê yê Kobanê 3 jinên kurd, 25’ê Hezîranê jî li Şarbajar a girêdayî Silêmaniyê 2 sivîl qetil kiribû, zarok jî di nav de 8 kes birîndar bûbûn.

Ji Partiya Çep Andrej Hûnko yê qetlîamên dewleta Tirk bi SÎHA’yan pêk anî bire rojeva Meclîsa Federal û pirsên wiha ji hikûmetê re kir, ku Serokwezîrtiya wê Angel Merkel dike : ‘Li ser mijara Tirkiye ya 23’yê Hezîranê de li Kobanê bi dronên bi çek 3 jinên Kurd qetil kir hûn çi difikirin? Gelo Elmanya wê li dijî vî sûcî derbikeve?’'

Wezîrê Hikûmeta Merkel Nîels Annen duh daxuyaniyek kurt dabû û gotibû: "Hikûmeta Federal a Elman di nava nêzîkatiyeke welê de ye çalakiyên çekdarî hemû li gorî qanûnên navneteweyî bên kirin" û hişyarî da Tirkiyeyê. Rayedarê hikumeta Elman anî ziman ku di bikaranîna SÎHA'yan de divê nêzîkatî li gorî qanûnên navneteweyî be û gelê sivîl bê parastin. Rayedarê hikumetê got, "Hikumeta me hewl dide ku balafirên bêmirov ên biçek bêçek bibin."

‘HIŞYARÎ JI GOTINÊN VALA PÊKTÊ’

Lê belê Hunko yê ku pirs pêşkêş kirî bersiva hikûmetê bes dît. Hûnko yê hem di Meclîsa Federal a Elman de hem jî di endambûna Meclîsa Tevlîhev a Parlementerên Ewropayê (MTPE) de, ji bo qedexekirina dronên bi çek xebatan bi rêve dibe, di nirxandinên xweyê ji bo ANF’ê kirîn de diyar kir ku SÎHA’yên dewleta Tirk bi şêweye vekirî sucê şer kiriye.

Hunko anî ziman ku ew ketlîama SÎHA’yên Tirk li Rojava pêk anî bi tundî şermezar dike, bêdengiya Elmanyayê jî rexne kir. Hûnko bal kişand ser pêşwazîkirina Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çawîşoglû ya pêr Serdana Berlînê kiribû ê gotibû; ‘Bi ti awayî neacizbûna rêveberiya Berlînê ya ji sûcên SÎHA’yên Tirk, parçeyek ji siyaseta Tirkiye ya tê birêvebirine’ û ev rexne li hikûmeta Merkel kir:

“Bi sedema hertim dubarebûna sûcên şer, Hikumeta Federal bi Tirkiyeyê re pêwîst e hevkariya xwe ya bijartî bi dawî bîne, ji bo penaberan ji Yekîtiya Ewropayê jî dûr bike hê jî ji bo rejîma Erdogan erka ‘Parêzvanê derî’ dide. Bi girtina erka Serokatiya Demê ya YE’yê ya Elmanyayê re, mêhvandarîkirina yekem rayedarekî hikûmetê yê deveyî welat a Wezîrê Karê Derve yê Tirk, di mijara binpêkirina mafê mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî, hişyariyên li Tirkiyeyê tên kirin ji derveyî gotinê vala ne tiştekî dine.”

‘KATLÎAMA DAWÎ LEZBÛNA PEYMANÊ DA NÎŞAN DA’

Siyasetmedarê xweyî tecrûbe yê Partiya Çep bibîr xist ku hem dagirkeriya dewleta Tirk a Rojava, hem jî bi SÎHA û balafirên şer bombebaran kirin bi şêweyek vekirî tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.
Hûnko got: “Roja 23’ê Hezîranê ketlîama SÎHA’yên Tirk a li gundê Helîncê ya Kobanê pêk anî, nîşanda ku bi lezgîn pêwîstî bi peymanekî navneteweyî heye.” Hûnko ji bo balafirên hewayî yên bê mirov ên bi çek bê qedexekirin daxwaz kir ku saziyên navnetewî bikeve tevgerê.