Hunermendên TEV-ÇAND’ê hunermend Bêrîvan Alp bibîr anî û soza bicihanîna hestretê wê di nava têkoşîna hunera Kurdî de pêk bînin.
Hunermendên TEV-ÇAND’ê diyar kir ku wê mêla xwe û hiskirina ji stran û muzîka Kurdî re di temenê xwe yê piçûk ve dabû û ev tişt hate gotin: “Her wisa jî wê bê rawestan ji bo Kurdistanek azad û nasnameya jina azad ked da û xizmet kir.Ew di qada çandê de hiskiriyê Şehîd Hozan Mizgîn û Eyşa şan bû. Bêrîvan ji can û dil li gel xebatên çand û hunerê de, bê du dilî di serî de xebata meclîsên jinan û komeleyan kar kir. Helwest û daxwaza wê ku di rêya xebatên çandî û stranbêjî yê re Kurdistanek azad bi jinan û ciwanan bide hezkirin bû. Wê ti caran xwe ji çalakiyên çandî û civakî bê par nehişt.Bi coş û kelecanê bi cil û bergên Kurdawerî beşdarî hemû çalakiyan dibû.
Bêrîvan li gel ku nexweşiya xwe dizanî, wek stranbêj bê rawestan tevlî şev û şahiyan dibû. Bêrîvan 40 salên dirêj yê tije hest û ked bi şûn xwe ve hişt.
Em hunermendên TEV-ÇAND‘ê wê sozê didin ku Hozan bêrîvan wê her û her di rêya tekoşîna çand û hunera me de her bijîn bû bê bibîranîn. Serê civata hunermendên Kurd sax be. Ji malbata Bêrîvanê re jî sabir û aramiyê dixwazin.“