Hunermend Içlî strana Bazên Zagrosê strand

Kedkarê hunerê Sîdar Içlî (Sîdar Amedî) ê ku tevlî çalakiya li Strasboûrgê ya li Fransayê bû, ku ev 16 roj in çalakî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, strana ''Bazên Zagrosê'' strand.

Çalakiya li Strasboûrgê ya Fransayê ku 1'ê Kanûnê bi çarçoweya pêngava 'Dem Dema A    zadiyê ye'' ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla Insîyatîva ji Ocalan re Azadî dest pê kirî di roja 16'an de didome.

Içlî yê ku tevlî çalakiyê bûyî, got sibehekê dema ku şiyar bûyî û li banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayin bihistiye vê bandor li ser kiriye.

ıçlî got ,''Hevrê Cuma (Cemîl Bayik) ku têkilî pêngava Bazên Zagrosê diaxivî got, ''Gelî rewşenbîran, hunermendan hûn çi dikin? Çima deng ji we nayê (...) Ya rast, weke ku li nav çavê min binere ev digot. Min xwe sûcdar hîs kir.''

Içlî got wî bi rexnedayinê stran çêkiriye, piştre rahişte tembûra xwe û strana ''Bazên Zagrosê'' strand.