HRE: Li Efrîn, Ezaz û Mareyê 7 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li Efrîn, Ezaz û Mareyê de 7 çete hatine kuştin û wesayîteke hate rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê got li Efrîn, Ezaz û Mareyê 7 çete hatine kuştin.

Daxuyaniya HRE wiha ye;

“Hêzên me li dijî komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Ezaz û Mareyê rêzeçalakiyên sabojatê lidarxistin. Di encama çalakiyan de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Roja 17’ê Tebaxê (Duh) hêzên me li dijî bendekî Kontrolê yê koma çete ya bi navê Ehrar el-Şam a li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê lidarxistin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Navê hinek çeteyên kuştî û birîndaran wihaye:

Hisên Ebû Ebdo, ji herema Qelemûn a Şamê ye. Xalid Ebû Mihemmed, ji bajarê Helebê ye.

Bekir Ebû Muqdad,Xalid Ebû Cûd,  Elî Ebû Muhemed.

Heman rojê hêzên me li dijî komeke ji çeteyên koma El Cebha el-Şamiyê li derdora bajarê Mareyê 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Heman rojê şervanên me bi çalakiyeke sabotajê wesayîteke leşkeri ya çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Ezazê kirin hedef. Di encamê de wesayît rûxandin, çeteyek hat kuştin û çeteyek  jî birîndar bû.”