HPG: Li Heftanînê herî kêm 16 leşker hatin cezakirin

Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Heftanînê berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê jî didome. Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 16 leşker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî operasyona dagirker a ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, berxwedana dîrokî ya gerîlayan didome.

HPG’ê derbarê çalakiyên li Heftanînê ev agahî da

“Berxwedana bi heybet a ku bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê li Heftanînê didome, derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixe. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de derbên giran li hêzên dagirker xist. Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

LI XANTÛRÊ LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

Di 12’ê Tîrmehê de di destê sibehê de li qada Xantûrê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer çêbû û me kitekiyên vê çalakiyê di 13’ê Tîrmehê de eşkere kiribû. Hêzên me li nêzî Girê Şehîd Rojîn Gewda a li qadê li yekîneyên dijmin dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşker hatine cezakirin û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî van çalakiyên bi bandor, artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan û balefirên şer li qada Xantûrê daye. Di şer û bomberdûmana li qada Xantûrê hevalê me Rustem bi qehremanî li dijî dijmin şer kiriye û şehîd bûye.

11 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di 12’ê Tîrmehê de saet di 07.50, 09.00, 10.45, 15.30, 16.30 de li qada Tepê Dûpişk a li qadê li dijî dagirkeran çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di van çalakiyan de 5 leşkerên dijmin hatine cezakirin.

Di 12’ê Tîrmehê saet di 08.00’an de Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal li Girê Qertel li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li 2 cihan daye, hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.

Di heman rojê de saet di 08.30’an de hêzên me li dijî dagirkerên li Girên Şehîd Ciwana û Şehîd Serfiraz de çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di van çalakiyan de 2 leşker hatine cezakirin.

Di heman rojê de saet di 15.00’an de hêzên me li leşkerên Girê Koordîneyê xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye cezakirin.

Di 13’ê Tîrmehê de di destê sibehê de hêzên me li qadên Şehîd Bêrîvan û Tepê Tunelê hin çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di van çalakiyan de 3 leşkerên dijmin hatine cezakirin.

Me di daxuyaniya 13’ê Tîrmehê de derbarê çalakiyên li qada Bektorya û şerê li wir agahî dabû raya giştî. Hêzên me li qadên Tepê Qertel û Şehîd Bîrhat derbên giran li dagirkeran dane û dagirkeran jî ev qad bomberdûman kirine. Di van şer û bomberdûmanan de rêhevalên me Ozan, Zeynep, Gever û Şoreş li dijî dagirkeran destana qehremaniyê nivîsandin û şehîd bûne.”

HPG’ê derbarê çalakî û êrîşên dagirker ên li qadên din ev tişt diyar kir

LI BAGOKÊ ÇALAKÎ

“Di 12’ê Tîrmehê de saet di 19.30’an de hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî girê ku ewlekariya qereqola Sîvaxê ya li herêma Bagokê ya Mêrdînê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

LI ELBAKÊ LEŞKEREK HATE CEZAKIRIN

5'ê Tîrmehê bi şev, hêzên me li navçeya Elbakê ya Wanê li dijî leşkerên li dora qereqola Mendîneyê çalakiyek kirin. Derbên giran li dijmin hate xistin û di encamê de leşkerek hate cezakirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de ku li gundên Liseke, Xoçta û Bezeke hate meşandin, leşkerên dagirker gund sax kirin. Liv û tevgera dijmin a li qadê dewam dike.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BARANDIN

Artêşa TC a dagirker 13'ê Tîrmehê êrişên hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

Saet 12:20'î balafirên şer bombe li qadên Golka û gundê Beşîrî yê herêma Metînayê barandin.

Saet di 13:00 û 17:30'î de balafirên şer bombe li qada Sîda ya herêma Zapê barandin.

Saet di 17:30'î de balafirên şer bombe li qada Mervanosê ya herêma Avaşînê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat, lê belê li herêmê şewat derket."