HPG: Gerîla li Şemzînanê ketin çeperên dijmin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Girê Leylek ê Şemzînanê ketin nava çeper û baregehên leşkerên Tirk. Gerîlayan dest danî li ser çeperên dijmin û çekeke BKC desteser kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

'GERÎLA LI ŞEMZÎNANÊ KETIN ÇEPERÊN DIJMIN'

"Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de bi armanca silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê roja 16’ê Tebaxê saet 15:20’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Leylek yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Hêzên me ji du baskan ve çûn nava baregehên dijmin û li çeperên dijmin dan. Hêzên me çeperên dijmin desteser kir, çûn ser cenazeyê leşkerekê, çekek BKC û zincîrekî fîşekan a vê çekê desteser kir. Hêzên me durbunekî teleskop a li çeperek din jî rûxandin. Di vê çalakiyê de bi giştî leşkerek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

'LI ÇINARÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ'

30'ê Tîrmehê hevalê me Munzur yê ku li gundê Barê yê Çinarê ya Amedê dema ku li ser peywira xwe derengiya şevê li rastya leşkerên artêşa TC'ê ya dagirker hatiye û ketiye şer. Hevalê me Munzur heta bi fîşeka xwe ya dawî bi lehengî li dijî dijmin şer kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye. Agahiya nasnameyê ya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Mûnzûr Dîcle
Nav û Paşnav: Mazlûm Serhat Gunduz
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Emîne – Suleyman
Dem û Cihê Şehadetê: 30’ê Tîrmeha 2019’an / Amed

Mûnzûr – Serhat Gunduz

Hevalê me Munzur 1992'an li navçeya Çinarê ya Amedê li nav derdoreke welatparêz hatiye dinê. Hevrê Munzur ku li xaka ku lê jidayik bûyî ji nêz ve zext û mêtingeriya dewleta TC'ê dîtî ti caran ev polîtîkaya dijî mirovahî ya li ser  gelê Kurd qebûl nekiriye. Tim di nav lêgerîna têkoşînê de bû û heval Munzur li dijî dagirkeran ji bo ku têkoşîna karîger bike 2015'an tevlî nav refên gerîla bûye.  Ji dema ku tevlî nav têkoşîna azadiyê bûyî li ser felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kûr bûye û ji bo ku bibe gerîlayekî karîger tim hewl daye. Bi tecrûbeyan ku bi dest xistî li gelek qadên gerîla têkoşîneke aktîf daye û bûye xwedî kedeke mezin. Bi fedekarî û jidiliya xwe bandoreke kûr li hevrêyên xwe kiriye. Peywirên herî giran bi dilsoziyeke mezin bi cih aniye û heta kêliya dawî ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyaye.

Di serî de malbata hêja ya hevalê me yê şehîd Munzur, serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em sond dixwin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Munzur ji me re hiştî em heta bi serfiraziyê bibin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI GIRÊ CUDÎ YÊ HERÊMA ZÊ BARANDIN

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker 18’ê Tebaxê (Îro) bombe li Girê Cûdî yê li herêma Gundê Filleha yê herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye."