HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî daxuyanî da

Artêşa Tirk ji bejahî û hewayê ve herêmên gerîla bombeberan dike. HPG’ê ragihand ku di bombebarana li Çiyayê Tendurekê de 4 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de got;

“Roja 12’ê Hezîranê navbera saet 03:00’an û 06:30’an artêşa TC’ê ya dagirker bi balafirên şer, topên hawan û obusan herêma Kirê Sarixsu yê girêdayî Çiyayê Tendurek a dikeve navberea navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazid a Agiriyê bi giranî bombebaran kir. Di vê bombeberanê de 4 hevreyên me ku bi erka xwe radibûn şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên şehîdan wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.

Roja 17’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker navbera saet 20:30 û 21:00’an bombe li derdora gundê Bêpalan  û herêma Dola Şehîdan ên herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medayayê barandin.

Roja 18’ê Hezîranê (îro) balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker navbera saet 10:00 û 10:30’an de bombe li derdora gundê Tûkê yê herêma Qendîlê barand.

Di van bombeberanan de tu windahiyek ya hêzên me çênebûn, zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl."