HPG'ê şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Elkê bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Elkê bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê bi bîr xist, ku li navçeya Elkê ya Şirnexê di 24'ê Îlona 2015'an de li dijî saziyên leşkerî yên dewleta Tirk operasyoneke şoreşgerî hatibû lidarxistin û di encamê de 75 dagirker hatibûn cezakirin, bi vî rengî berxwedaneke dîrokî hatibû nîşandan.

Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hate gotin, "Di 24'ê Îlona 2015'an de hêzên me li navenda navçeya Elkê ya Şirnexê, li dijî saziyên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker Operasyona Şoreşgerî ya Elkê pêk anîn, 75 dagirker ceza kirin û bi vî rengî berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Şerê navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker bi rojan dewam kir, gelek caran bi balafirên şer bombardûmaneke giran li herêmê hate kirin. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn ku ji ber şert û mercên şer nekarî bên eşkerekirin, lewma di dema xwe de bi raya giştî re nekarî bên parvekirin. Hevrêyên me Helena, Xwînrêj, Têkoşer, Piling û Dara di şer û êrişên hewayî de tevlî karwanê nemiran bûn.

Agahiyên li ser hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Helena Botan
Nav paşnav: Besna Rahat
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Abdulsamet
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2015 / Elkê

Nasnav: Xwînrêj Cûdî
Nav paşnav: Sekvan Kaçan
Cihê jidayikbûnê: Bexda
Dayik-Bav: Vasfiye-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2015 / Elkê

Nasnav: Têkoşer Cîlo
Nav paşnav: Yûnûs Torsûn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Emîne-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2015 / Elkê

Nasnav: Piling Gelî
Nav paşnav: Mehmet Şîrîn Yazici
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Vesîle-Nedîm
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2015 / Elkê

Nasnav: Dara Moxta
Nav paşnav: Ahmet Katar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gullu-Cafer
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2015 / Elkê

Li dijî plana têkbirinê ya ku dewleta Tirk a dagirker li hember gelê Kurd xiste meriyetê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li warê fîşeka destpêkê û vejînê li Botanê bi berxwedanek destanî bersiv dan. Nîşan da ku heta dawî li dagirkerî û faşîzmê bê anîn û serketin bê bidestxistin, wê têkoşîna azadiyê dewam bike. Li gel hewldanên çareseriya aştiyane yên Rêber Apo, dewleta Tirk a dagirker bi têgihiştina qirkeriyê evgeriya û hewldanên Rêber Apo ji bo xwe weke firsendeke nû ya qirkirinê dît. Lewma li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê planeke nû ya tunekirinê xiste meriyetê û heta jê hat êriş kir.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi operasyonên şoreşgerî bersiv dan êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi berxwedaneke destanî peyam dan dewleta Tirk a qirker ku gelê Kurd ti carî serî natewîne. Şehîdên me yên leheng ên ku pêşengî ji operasyona şoreşgerî ya li Botanê re kirin, bi rêbaza fedayî ya Apoyî tevlî vê operasyonê bûn û perspektîfa pêwîst a berxwedanê pêşkêşî me kirin. Gelê Kurd jî da ser şopa ewladên xwe yên leheng, dest bi berxwedana xwerêveberiyê kir û nîşanî tevahiya cîhanê da ku dest ji têkoşîna azadî û hebûnê bernade.

Ji sala 2015'an ve têkoşîna destanî ya Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û gelê Kurd bi rengekî heybet û lehengî dewam dike. Çi dagirker çi jî xiyanetkar ên ku emr danîn ber gerîla û ji têgihiştina dîrokê bêpar in, careke din xewn û xeyalên wan şikest û bloka faşîst a ku bi serkêşiya Tayyîp Erdogan li hev kom bûn û rehê şoven û nijadperest a dewleta Tirk ava kirin, li pêşberî têkoşîna azadiyê parçe parçe bûn.

Hevrêyên me Helena, Xwînrêj, Têkoşer, Piling û Dara yên ku bi rêbaza fedayî pêşengî ji Operasyona Şoreşgerî ya Elkê re kirin, di heman demê de wê weke lehengan bên bîranîn ku li Botanê destana berxwedanê nivîsandin, wê rêya me ronî bike û me xurtir bikin. Em ê ala berxwedanê ya ku şehîdên me yên leheng ji me re hiştin bigihînin asta herî bilind û heta azadiya gelê Kurd û gelên bindest hemûyan em ê têokşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Li ser vê bingehê em hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi rêz û minet bi bîr tînin û di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz dixwazin. Li ser şopa şehîdan em ê têkoşînê bi ser bixînin."