HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Dilgeş û Mazlûm ku pêşengî ji berxwedana xeta fedaî ya li dijî dijmin re kirin, mîrateyeke mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hiştin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye: "Ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê hevrêyê me Dilgeş Başkale û enternasyonalîst ê hêja hevrêyê me Mazlûm di 30'ê Gulana 2021'ê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Hevrêyên me Dilgeş û Mazlûm ku demeke dirêj li herêma Zapê man, ji şervantiyê heta bi fermandariyê di her astê de wezîfe kirin, di destpêkirina Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û berxwedana li ser xeta fedaî ya li dijî dijmin de pêşengî kirin, mîrateyeke mezin a têkoşînê ji me re hiştin. Em jî soz didin ku li ser şopa fermandarên xwe yên hêja hevrêyên me Dilgeş û Mazlûm bimeşin, hewl bidin hêjayî wan bin û ji bo têkoşîna wan bi ser bixînin heta dawiyê şer bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Dilgeş Başkale
Nav paşnav: Taner Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ayşe-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mazlûm Berxwedan
Nav paşnav: Hasan Salîm Selmo
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Medîne-Salîm
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

DILGEŞ BAŞKALE

Hevrêyê me Dilgeş li navçeya Elbakê ya Wanê li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû. Xelkê me yê Elbakê ku ji dema destpêkê ya avabûn û gelbûyîna têkoşîna me û pê ve li dijî faşîzmê sekneke bi rûmet nîşan da û bi sedan lehengên xwe tevlî refên têkoşînê kir, ti carî ji vê karaktera xwe ya berxwedêr tawîz neda. Xelkê me yê Elbakê ku her demê li dijî êrîşên dijmin berxwedan mezin kir û tevlî nava refên têkoşînê bû, bû xwedî kevneşopiyeke xurt a welatparêziyê û bi israra xwe ya li ser azadiyê bû yek ji navendên berxwedanê yên Kurdistanê. Hevrêyê me Dilgeş jî di nava vê çanda welatparêziyê ya PKK'ê de mezin bû û PKK zû nas kir. Li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê, ku ji zarokatiyê ve şahidî jê re kir, berxwedêriya gel nîşanî hevrêyê me Dilgeş da, ku li dijî faşîzm û qirkirinê ji bilî berxwedan û têkoşînê rêyeke din nîne. Ji ber vê yekê jî hevrêyê me Dilgeş hîn di temenekî gelekî ciwan de bû xwedî kesayetiyeke berxwedêr û hîn wê demê pê hesiya, divê li dijî dijmin têbikoşe. Hevrêyê me Dilgeş bi temenê xwe yê ciwantiyê re hîn ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst qirker re şahidî kir ku dixwaze gelê Kurd bi taybetî jî ciwanan ji bingeha xwe qut bike û li hemberî vê yekê bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber vê yekê baweriya xwe pê anî ku divê têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bêhtir şênber bike û dît ku ev yek jî bi PKK'ê re dibe ku li dijî faşîzmê şerê herî bi bandor dimeşîne. Lewma biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê m Dilgeş sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya şervaniya nû li Zapê wergirt. Hevrêyê me Dilgeş ku xwedî kesayetiyeke têkoşer bû, li qada dijwar a Zapê bêyî ku zehmetiyan bikişîne hîn bû. Hevrêyê me Dilgeş ji roja tevlî bû û pê ve di pratîkê de bi kedkariya xwe bala hevrêyên xwe kişand. Piştî ku perwerdeya şervaniya nû bi serketî qedand, li Zapê dest bi pratîkê kir. Tevî ku hînê nû bû, zû bi pêş ket, qad nas kir û bi şarezabûna xwe bawerî da hevrêyên xwe. Bi rengekî cidî nêzî her wezîfeyê bû, di her qada jiyanê de ji bilî serketinê pîvaneke din qebûl nekir. Hevrêyê me Dilgeş ev nêzîkatiya xwe heta kêliya şehîd bibe dewam kir. Di navbera salên 2013-2016'an de li herêma Zapê wezîfeyên fermandariya tîm û komê bi serketî kir, piştre jî sala 2016'an bû fermandarê yekîneyê, di navbera salên 2017-2019'an de jî wezîfeya fermandariya yekîtiyê kir. Di vê pêvajoyê de hem ji hevrêyên xwe re bû fermandar, hem jî bû hevrê. Bi dilnizmî û şervaniya xwe ji aliYê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Di vê pêvajoyê de tevî ku ji çav û milê xwe birîndar bû, birînên xwe zû pêça û li wezîfeya xwe vegeriya. Bi perwerdeya îdeolojîk, leşkerî û jiyanî ya hevrêyên xwe hemûyan re eleqedar bû. Tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û ji bo hevrêyên xwe yên ciwan bike şervan û fermandarên serketî, pêşengî kir. Di vê pêvajoyê de li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyên bi bandor bersiv da. Cihê xwe di plankirina gelek çalakiyan de girt ku derbên giran li dijmin hatin xistin û çalakî bi cih anî. Piştî pratîka serketî ya heta sala 2019'an meşandî, ji bo şarezariya xwe ya leşkerî bi îdeolojiyê xurtir bike, ji bo pratîka xwe binirxîne û dersên pêwîst jê werbigire li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî perwerdeyê bû. Tecrûbeyên ku di pêvajoya perwerdeyê de wergirtî bği hevrêyên xwe re parve kir û kir ku her hevrêyekî wî sûdê ji tecrûbeyên wî werbigire. Bi dilnizmiya xwe û nêzîkatiya xwe ya berpirsyariyê, bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir. Ji bo îdeolojiya Rêbertî baştir fêhm bike û bi cih bîne bi xurtî giranî da ser perwerdeyê. Hevrêyê me Dilgeş bi kûrbûna xwe ya li pêvajoya perwerdeyê, taybetmendiyên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de afirand, di rêbaza fermandariyê û taktîkên gerîla de xwe nû kir û bû yek ji fermandarên me yên ciwan.

Hevrêyê me Dilgeş ku di sala 2020'î de di asta fermandariya herêmê de li Zapê vegeriya, li vê qada ku berê nas dikir hewl da rêbaz û taktîkên dema nû bixe pratîkê. Bi kûrbûna di pêvajoya perwerdeyê de bi qasî aliyê leşkerî ji aliyê îdeolojîk ve jî pêşengî û fermandarî ji hevrêyên xwe re kir. Bi dersên ji pratîka xwe ya berê wergirtî, hewl da pratîkeke encamgir bimeşîne. Hevrêyê me Dilgeş kete nava kûrbûna wê yekê ku di her kêliya jiyanê de derba herî giran li dijmin bixe. Bi wêrekiya xwe ya bilind û ruhê xwe yê êrîşê xwe di nava pratîka şer de ispat kir. Hevrêyê me Dilgeş ku di nava PKK'ê de bû yek ji hevrêyên me yên bijarte ku di demeke kurt de bi pêş ket û bû fermandar, bi jîrbûna xwe ya pratîkî û taktîkên gerîlatiyê kete nava pratîkê. Weke hevrêyên wî yên têkoşînê em careke din soz didin ku di şexsê hevrêyê xwe Dilgeş de tola şehîdên xwe hemûyan hilînin.

MAZLÛM BERXWEDAN

Ewladê leheng ê gelê me yê Ereb hevrêyê me Mazlûm ku bi xaka xwe re dilsoz bû, li bajarê serhildanê yê Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê ji dayik bû. Hevrêyê me Mazlûm bi bandora xeta enternasyonalîst a partiya me PKK'ê û bicihbûna feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê, ji nêz ve şahidî ji lehengî û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û dûvikên wê re kir. Hevrêyê me Mazlûm ku şahidî ji berdêlên ji bo jiyana hevpar a azad a gelan re kir, biryar da ku divê ew jî tevlî nava vê têkoşînê bibe. Hevrêyê me Mazlûm pê hesiya ku feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn pêwîst e û îdeolojiya Rêbertî pejirand, bi vî rengî biryara tevlîbûnê da. Di demekê de ku şer giran bû, bi wêrekiyeke mezin li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Hevrêyê me Mazlûm ku di serketina hêzên azadiyê de ya li dijî DAÎŞ'ê xwedî kedeke mezin bû, tehma azadiyê kir û biryar da ku têkoşîna xwe mezintir bike. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hevrêyê me Mazlûm bi kesayetiya we ya têkoşer û rûkeniya xwe hîn ji rojên destpêkê ve bala hevrêyên xwe kişand. Destpêkê ji bo hînbûna jiyana li çiyê zehmetî kişandibe jî bi kesayetyia xwe ya têkoşer û alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de hîn bû. Tecrûbeya xwe ya leşkerî ku di şerê dijî çeteyan de bi dest xist, ji hevrêyên xwe re ragihand û xwe ji aliyê îdeolojîk ve bi pêş ve bir, hewl da bi felsefeya Rêbertî bibe gerîlayekî azadiyê yê şareza.

Hevrêyê me Mazlûm israr kir ku biçe herema Zapê ku şer lê giran bû. Hevrêyê me Mazlûm li qada dijwar a Zapê hevrêtî ji nêz ve hîs kir û careke din kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê yên PKK'ê. Bi hemû hêza xwe tevlî nava kar bû. Bi daxwaza xwe ya di karê pratîkî de bandor li hevrêyên xwe kir. Bi qasî fedakariya xwe ya li nava jiyanê bi wêrekiya xwe ya di nava şer de jî dihate naskirin û li Zapê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyê me Mazlûm bêşik bi ser dijmin ve diçû, bi wêrekiyeke mezin şer dikir û ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya wêrekî û moralê.

Hevrêyê me Mazlûm bi tevlîbûna xwe ya ji dil û bê hesab li qadên lê ma, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin, bû cihê hurmetê û bû nîşaneya herî mezin a serketin û mezinkirina têkoşînê. Hevrêyê me Mazlûm ku ji Rojavayê Kurdistanê li cihê ku feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo lê şênber bû xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê, bi meşa xwe ya şoreşê bû yek ji mînakên herî şênber ên xwişk û biratiya gelên Kurd û Ereb ku bi hezaran sal in bi hev re dijîn.

Hevrêyên me Dilgeş û Mazlûm bûn milîtan û fermandarên mînak û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji gelên xwe yên Ereb û Kurdistanê re dixwazin."


          [album=18049]