HPG'ê li Şemzînanê lê da: 6 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' li dijî qereqola Newa ya li Şemzînanê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya ku 19'ê Çileyê li Şemzînanê hate lidarxistin daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' hêzên me 19'ê Çileyê saet di 08:00 de li herêma Gerdiya ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî nîzamiyeya qereqola Newayê çalakiyeke sabotajê ya serketî li dar xistin. Hêzên me piştî ku dagirkerên li qereqola Newayê ji bo demekê şopandin, xistin bin kontrola xwe. Hêzên me ku tespît kirin, dagirker bi roj diçe nîzamiyeyê, bi şev jî jê derdikevin, teqemenî li vê çepera dagirkeran bi cih kirin. Piştre jî 6 dagirker hatin li vê çeperê bi cih bûn. Hêzên me jî teqemeniya ku bi cih kiribûn bi rengekî serkertî teqandin û 6 dagirker ceza kirin. Kes ji dagirkeran nefilitîn.

Dagirker piştî çalakiyê bi dehan wesayitên sivîl û zirxî hatin cihê bûyerê û kuştiyên xwe ji herêmê birin. Li cihê çalakiyê jî dest bi operasyonê kirin. Ev operasyon heman rojê saet di 16:00 de bê encam ma."