HPG'ê 5 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên di Hezîrana 2019'an de li herêma Heftanînê ji ber êrişa hewayî de şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku heta pêkanîna armancên şehîdan wê têkoşîna xwe bi rengekî bêman bimeşînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"1'ê Hezîrana 2019'an di êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker de, ku li herêma Heftanînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin, hevalên me Agît, Arnos, Canfeda, Harûn û Zagros şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Agît Kobanî

Nav paşnav: Mahmût Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Dayik-Bav: Şemse-Alî

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Arnos Haymana

Nav paşnav: Ferhat Kûş

Cihê jidayikbûnê: Enqere

Dayik-Bav: Fîlîz-Alî

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Canfeda Mîrxwas

Nav paşnav: Diyar Kûrt

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Sabriye-Abdulvahap

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Harûn Goyî

Nav paşnav: Îbrahîm Yurek

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Zeynep-Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Zagros Lîz

Nav paşnav: Kîga

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Gulistan-Çetîn

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn

Dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dîroka destanan e ku lehengên mezin lê hatine nivîsandin. Jin û mêr ên leheng ên Kurdistanê li dijî konseptên înkar û tinekirinê yên li ser gelê Kurd tên meşandin, bi rengekî bêteredût berê xwe dan Têkoşîna Azadiyê û bi gerîlabûnê bersiv dan. Gerîla xeta fedayî ya Kurdistanê ye. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di nava şert û mercên herî giran de bi felsefeya Rêber Apo bi erk û wezîfeya parastina gelê Kurd radibin.

Planên dagirkeriyê yên dewleta TC a faşîst û mêtinger li hemberî berxwedana destanî ya gerîla bêencam man. Li her bihosta xaka Kurdistanê ku artêşa TC a dagirker pê lê kiriye, li berxwedana gerîla rast hat û li pey hev têk çû. Dewleta faşîst ku li pêşberî îradeya gerîla têk çû, şerê ku winda kiriye bi bikaranîna teknîkê hewl dide bidomîne. Lê belê şensê dewleta TC a faşîst li pêşberî gerîlayên Kurdistanê nîne ku zû û bi lez xwe li gorî mercên serdemê amade dikin. Bêguman rastiya PKK'ê rastiya şehîdan e, Yê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gihand vê astê ruhê milîtan û fedayî yê Apoyî ye. Hevrêyên me Agît, Arnos, Canfeda, Harûn û Zagros ruhê milîtanî yê PKK'ê pejirandin, bûn fedayî û cihê xwe di nava şehîdên pîroz ên PKK'ê de girt. Hevrêyên me bi gerîlabûnê bersiv dan êrişên faşîzma TC û bi îradeyeke xurt ala Têkoşîna Azadiyê li ba kirin. Hevrêyên me ku kesayetiya milîtan a PKK'ê bi xurtî di şexsê xwe de temsîl kirin, her wiha bûn mînak û nîşan dan ku li ku divê bi çi rengî mirov bimeşin.

Di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd bûn bila serê tevahiya gelê me yê welatparêz sax be û soz didin ku em ê heta pêkanîna armancên şehîdên xwe têkoşîna xwe bi rengekî bêeman bimeşînin."