HPG'ê 3 gerîlayên li Garê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên di sala 2019'an de li herêma Garê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, ku wê soza xwe ya ji bo afirandina siberojên azad pêk bînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Di 12'ê Tîrmeha 2019'an de ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker a li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Botan, Rûbar û Zagros şehîd bûn. Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:

 

Nasnav: Botan Cûdî

Nav paşnav: Omer Kulter

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Emîne-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tîrmeha 2019'an / Garê

 

Nasnav: Rûbar Azad

Nav paşnav: Ferhat Erhan

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Hazîme-Bahattîn

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tîrmeha 2019'an / Garê

 

Nasnav: Zagros Hesekê

Nav paşnav: Hamdî Hamît Hemo

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Dayik-Bav: Gulistan-Hamît

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tîrmeha 2019'an / Garê

 

Felsefe û têkoşîna Rêber Apo berpirsyariya têkoşîna neteweyî daye her şexsekî Kurd û hesta azadiyê ya gel afirandiye. Bi bîr û baweriya ku azadiya gel bi têkoşîneke mezin û berdêlên giran pêk tê, gelê Kurd li parçeyên Kurdistanê hemûyan tevlî nava vê têkoşînê bû û têkoşîneke dijwar meşand. Yên ku di nava vê têkoşînê de bi ruhê fedayî li refên herî pêş şer kirin şehîdên me ne. Ala têkoşînê ya şehîdên me ti carî li erdê nema û her tim leheng derketin holê ku ala têkoşînê ya şehîdên me hildin. Hevrêyên me Botan, Rûbar û Zagros jî ji bo bibin lehengên pêşeng ên vê têkoşîna mirovahiyê tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bûn.

Hevrê Botan, Rûbar û Zagros her yek ji wan li parçeyên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me tên meşandin dîtin û têgihiştin ku yekane rêya rizgariya ji vê rewşê têkoşîna gerîla ye. Wezîfe û berpirsyariyên xwe yen şoreşgerî her tim bi fedakarî û wêrekiyeke mezin bi cih anîn. Di vê demê de ku dewleta TC a faşîst hewl dide bi rêbazên qirêj gelê Kurd û gerîla tine bike, hevrêyên me Botan, Rûbar û Zagros bi lehengiyeke mezin heta kêliya ku şehîd bibin têkoşiyan.

Di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê siberojên azad biafirînin."