HPG: Bi lehengî şer kirin û şehîd bûn

HPG'ê agahiyên nasnameyê yên 3 gerîlayên ku 2017'an li Êlkê şehîd bûbû ragihand û got, ''Hevrêyên me ku li dijî mêtingeriyê gavekê jî bêyî ku dudilî bibin şer kirin, şehîd bûn, bêgûman bûne sembola vê berxwedana dîrokî û dastanî.''

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê têkilî 3 gerîlayên ku 2017'an li Êlkê şehîd bûn daxuyaniyeke niviskî da.

HPG'ê di daxuyaniyê de wiha got:

9'ê Hezîrana 2017'an li qada Deriyê Berana ya naçeya Êlkê ya Şirnexê di navbeyna hêzên me û dewleat TC'ê ya dagirker de şerekî giran çêbûye. Dewleta TC'ê ya dagirker di şer de gelek windahî dane, bi balafirên şer qada şer daye ber bomeyan. Hevrêyên me Andok, Dilşad û Gelhat ku li ser xeta Fermandar Egîd bi lehengî şer kirin û derbên giran li dagirkeran dane, bi encama şer û bombebaranan şehîd bûne. Ji ber şertên şer zelelkirina agahiyên nasnameyê ya şehîdên me bi derengî ketiye.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Navê Kord: Andok Roj

Nav Paşnav: Kasım Vedat Gun

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Hediye – Haşim

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 9'ê Hezîrana 2017'an / Botan

 

Nasnav:Dilşad Şiyar

Adı Soyadı: Hacî Metin

Cihê Bûyinê: Mûş

Navê Dê û Bav: Cemile – Kamuran

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 9'ê Hezîrana 2017'an / Botan

 

Nasnav:Gelhat Goyî

Adı Soyadı: Suat Yildiz

Cihê Bûyinê: Şirnex

Navê Dê û Bav: Narîn – İsmail

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 9'ê Hezîrana 2017'an / Botan

Dewleta Tirk a qirker sala 2015'an bi konsepta ku qirkirina Kurdan temam bike, di serî de li ser Bakurê Kurdistanê li ser gelê me û qada ku Tevgera Azadiya Kurdistanê lê ye, êrîşa herî giran a dîrokê daye destpêkirin û ev êrîşên qirkirinê niha jî didome. Li dijî van êrîşên rejîma qirker a Tirk zarên leheng ên Kurdistanê ji Avaşînê heta bi Dersim, ji Serhedê heta bi Botanê li her devera ku êrîşên dagirker û qirker lê ne li dijî faşîzma TCê berxwedaniyeke bêhempa didin. Li bara vê berxwedana dîrokî ya ku hatiye nîşandan mêtingerên ku derbên giran xwarin, hatine ber rewşa têkçûnê. Hevrêyên me ku bi îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo xwe pêça ne, li dijî mêtingeran gavekê jî bêyî ku dudilî bibin şer kirine, şehîd bûne, bûne pêşengên vê berxwedana dîrokî û dastanî.

Hevrêyên me Andok, Dilşad û Gelhat ku her yek ji wan ji devereke cuda yên bakurê Kurdistanê ne, li dora felsefeya Rêber Apo xwe li hev ragirtine, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelêm e tevlî nav refên gerîla bûn.e Her sê hevrêyên me jî çanda Kurdî ku ji malbatên xwe yên welatparêz standin bi îdeolojiya Apoyî re gihandine hev û bûne şoreşgerên pêşeng. Piştî ku tevlî nav refên gerîla bûne ji bo ku bandora pergala kapîtalîst ji ser xwe bavêjin li felsefeya Rêber Apo kûr bûne. Li derdora gerîla û çiya her ku ji bangora pergala perwerdehiyê ya pergala kapîtalîst û mêtingeriya Tirk xilasbûne, zêdetir nêzî rastiya xwe bûne. Hevrêyên me Andok, Gelhat û Dilşad li dijî polîtîka û nêzîkatiyên komkujiyê yên mêtingeriya Tirk a li ser gelê me bûne xwedî hêrseke mezin, hêrsa xwe tûj kirine lû li bendê mane ku hesab ji dijmin bixwazin. Bi taktîk û şêwaza nû ya gerîla di hemû xebatan de serkeftin ji xwe re kirine armanc. Her sê hevrêyên me ku di gelek qadan de pispor bûne, nexasim dema Berxwedana Xwerêveberiyê li navçeya Nisêbînê ku dijmin lê dîn û har bûbû û ji wan re bûbû sendrom bi rengekî aktîf tevlî pêvajoya berxwedanê bûne û bûne parçeyên girîng ên dastana lehengiyê. Li Nisêbînê bi vîn û wêrekiyeke mezin li dijî êrîşên girna ên dijmin li ber xwe dane, di gelek çalakiyên dijî dijmin de bi pêşengî rabûne.

Hevrêyên me Andok, Dilşad û Gelhat jî ku 2017'an di gelek çalakiyan ku li qada Botanê li mêtingeriya Tirk dane hazir bûn û şehîd bûn, di berxwedana dîrokî de bi rola xwe ya pêşeng rabûne, di dîroka Kurdistanê de cihê xwe birûmet zevt kirine. Di salvegra şehîdbûnê ya hevrêyên hêja de em wan bi hurmet û minet bi bîr tînin, di serî de ji bo malbatên wan ên hêja, em sersaxiyê didin hemû gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz.''