HPG: 3 dagirker hatin kuştin, helîkoptera Kobra hate derbkirin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Xakûrk û Îdirê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxistin. Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin û helîkopterek Kobra hate derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

ÎDIR

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşgerî de ya ku li Eyaleta Serhedê didome, roja 25’ê Gulanê saet 16:20’an li dijî girê qereqola Başaran a Îdirê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin ên li ser gir hate xistin û di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

XAKÛRKÊ

Çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de a li Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber didomin. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me roja 25’ê Gulanê li dijî leşkerên dagirker ên li geliyê Elî Dirêj ya herêma Xakûrkê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de bi giranî li çeperên dijmin hate xistin, leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Saetên şevê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

Heman rojê saet 21:00’an artêşa TC’ê ya dagirker dema ku bi helîkoperên Skorsky leşker li Girê LêlÎkan yê Xakûrê bi cih dikir, hêzên me li dijî helîkoptera Kobra ku bi armanca destekê hatibû kir hedef. Ji sê baskan ve li helîkopterê hate xistin, derb li helîkopterê hate xistin û helîkopter neçar ma ji herêmê dûr bikeve.

BEDLÎS

Ev demeke dirêj e artêşa TC’ê ya dagirker li geliyê Axpîk ê navçeya Xîzan a Bedlîsê qereqolek nû çêdikir. Roja 20’ê Gualnê hêzên me li dijî makîneyên kar ên dijmin yên li înşaata qereqolê kar dikir çalakiyek li dar xist. Li vir kepçeyek bû hedef û kepçe hate rûxandin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 25’ê Gulanê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di navbera seat 13:00’an û 14:30’an de bombe li herêma Mîslokê û Faxir ên herêma Xakûrkê yên Herêma Parastinê yên Medyayê barandin. Divê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”