HPG: 2 drone hatin xistin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê 2 drone hatin xistin. Droneyek îmha bû, droneya din jî bi teqemeniya li ser, hate desteserkirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

25'ê Îlonê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25 û 26'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

26'ê Îlonê saet di 15:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku hewl didan teknîka şer bi cih bikin, bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

26'ê Îlonê saet di 11:30 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li kepçeyan hate xistin ku hewl didan bi armanca dagirkeriyê rê çêbikin. Piştî van çalakiyên hêzên me yên YJA Starê liv û tevgera kepçeyan rawestiya.

Li Herêma Metînayê;

26'ê Îlonê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 2 droneyên dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatin xistin. Droneyek îmha bû, yek jî bi teqemeniyên li ser hate desteserkirin.

Li Herêma Xakurkê;

25'ê Îlonê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

24 û 26'ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

25'ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

26'ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

24, 25 û 26'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Hawar, Lolan, Girê Qele, Sinînê, Berbizinê, Girê Mesken û Kendekola 10 caran, li Herêma Garê qadên Sêdarê, Şiyê, Girê, Mam Nêçîr, Dêreşê, Avtehlê, Kanî Sarkê 11 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwendanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar, Girê Amediyê 5 caran; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24, 25 û 27'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Şehîd Şerîf 3 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê FM'ê 8 caran; bi giştî 14 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."