Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Hilbijartinên Norwêcê: Yekemcar namzetên Kurd dikarin bikevin parlamentê

Di hilbijartinên Norwêcê de yekemcar namzeteke Kurd gelekî nêzî serketinê ye. Namzeta Partiya Sor (Rødt) Seher Aydar bi îdîa ye. Ji Partiya Karker Manî Huseynî yê Rojavayî jî şensê xwe yê serketinê zêde ye.

Li Norwêcê çar salan carekê meha Îlonê ji 19 herêmên hilbijartinê 169 nûner ji bo parlamentê (Stortinget) tên hilbijartin.

Di asta welêt de 9 partiyên siyasî yên mezin, di asta herêman de jî gelek partiyên biçûk ên siyasî tevlî hilbijartinê dibin. Ji bo dengdanê îro roja dawî ye.

Norwêc 8 sal in ji aliyê koalîsyona ji partiyên rastgir û lîberal (Høyre û FRP, piştre jî Høyre, partiyên Lîberal û Xiristiyan) ve tê birêvebirin.

Polîtîkayên salên dawî yên hikumeta bi serokwezaretiya Erna Solberg ên li ser taybetîkirinê, kêmkirina bacê ji bo dewlemendan, zêdebûna cudahiya navbera hatineyan û kêmkirina mafên karkeran li nava gel bû cihê nerazîbûneke mezin. RFP a rastgiriya radîkal ku şirîkê berê yê biçûk ê hikumetê bû, bi polîtîkayên xwe yên tund ên li dijî biyaniyan, kir ku gel bêhtir nêzî partiyên çep bibe.

Partiya Sor (Rødt) ew partiye ku herî zêde piştgiriyê werdigire. Di hilbijartinên dawî de tenê serokê partiyê Bjønar Moxnes ji bo parlamentê hatibû hilbijartin. Li gorî anketan, li dijî partiyên rastgiriya navendî, partiya Rødt li pêş e.

Rødt li ser wekhevî, edalet û piştevaniyê kampanya hilbijartinê dimeşîne. Di nava sozên hilbijartinê de bêperekirina kreşan, bêperekirina xizmetên tenduristiyê, piştevaniya bi gelên bindest re û parastina mafên karkeran hene.

Rødt her wiha meseleya Kurd jî ji nêaz ve dişopîne.

Gelek caran heyet şand Kurdistanê û li cih lêkolîn kir. Serokê partiyê bi xwe Børnar Moxnes gelek caran pêşnûme pirs pêşkêşî hikumetê kir û şerê li dijî gelê Kurd, tecrîd, faşîzm û dagirkeriya li dijî Kurdan pirsî.

Di nava namzetên partiya Rødt de Kurdek li pêş e: Seher Aydar. Di hilbijartinên giştî yên Norwêcê de yekemcar namzete Kurd nêzî serketinê ye.

SEHER AYDIN

Seher Aydar keça malbateke welatparêz e ku di zarokatiya xwe de ji Konyayê koçî Norwêcê kiriye. Li gel ciwantiya xwe salên dûr û dirêj di nava tevgerên jinan, saziyên civakî yên sivîl û saziyên li dijî nijadperestiyê de kar kiriye.

Endama Desteya Rêveber a Navenda Partiya Sor Aydar di hilbijartinên 13'ê Îlonê de ji Osloyê ji rêza duyemîn bû namzet. Di rêza destpêkê de Serokê Giştî yê Rødt Bjønar Moxnes heye.

Seher Aydar karên xwe yên hilbijartinê bi civîn, panel û serdana Norwêcî û biyaniyên li welêt dewam kir. Aydar bang li dengdêran hemûyan kir ku dengê xwe bidin. Li Norwêcê ku 3.9 milyon hilbijêr hene û nîvê wan ciwan e, îro wê dengê xwe bidin.

MANÎ HUSEYNÎ

Namzetekî din jî Manî Huseynî yê ji Rojavayê Kurdistanê ye. Ji Partiya Karker bûye namzet. Ji herêma Akershusê ya Osloyê di rêza 5'emîn de namzetê parlamenteriyê ye. Siyasetmedarekî ciwan ê 33 salî ye. Nêzî 23 sal beriya niha tevî malbata xwe ji Rojava koçî Norwêcê kiriye. Li Zanîngeha Osloyê ji Fakulteya Zanyariyên Siyasî mezûn bû û piştre bi rengekî çalak tevlî siyasetê bû. Diyar dike ku dema bibe parlament wê bala raya giştî û siyaseta Norwêcê bikişîne ser piştevaniya bi gelê Kurdistanê re. Şensê xwe yê serketinê gelekî bilind e. Di hilbijartinên beriya niha de Partiya Karker ji heman herêmê 7 parlamenter bi dest xistibû.

ANKETÊN DAWÎ

Li gorî anketên dawî partiya rastgir a desthilatdar Høyre dengê xwe gelekî kêm kiriye. Partiya muxalefeta bingehîn Partiya Karker jî weke hevrikê herî xurt ê ji bo desthilatdariyê tê nîşandan.

Li gorî anketekê ku li rojnameya VG hate weşandin Rødt ê di vê hilbijartinê de 11 parlamenteran bi dest bixe.