Hikûmeta Awûstûryayê bersiv da pirsa têkilî tecrîdê

Hikûmeta Awûstûryayê bersiv da pirsa têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û giringiya tespîtên rapora CPT'yê û biryarên DMM'yê destnîşan kir.

Wekîlên Partiya Demokratên Sosyal (SPO) ji Wezîrê Karê Derve Alexander Schallenberg pirsî bê ka helwesta hikûmetê ya derheqê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çiye.

Di bersiva hikûmetê de rapora CPT'yê ya derheqê binpêkirina mafan hate destnîşankirin û bersiv da pirsa bê ka bang li sefîrê Tirk hatiye kirin an na.

Di metna bersivê de hate gotin Wezareta Karê Derve ya Ewûstûryayê ji ber binpêkirina mafan a li Tirkiyê bi fikar e, ji ber vê, ji 2016'an û wir ve ye bi wê helwestê ne ku divê muzakereyên YE'yê yên bi Tirkiyê re werin rawestandin.

Di bersiva Wezareta Karê Derv de rapora CPT'ê ya tebaxa par hatî weşandin û Imralî jî di nav de çavdêriyên li ser gelek girtîgehan tê de hatî parvekirin, hate diyarkirin ku tijebûna li girtîgehan pir girîng e. Di bersivê de hate gotin Ewûstûrya bi asta Komîteya Wezîran a Ewropayê xwetsiye ku hemû raporên CTP'yê yên ji 2016'an ên li ser Tirkiyê werin weşandin, her wiha hate bibîrxistin ku ji serê salê û wir ve li DMME'yê 12 hezar û 300 dozên giliyê li ser Tirkiyê hene û ev jî 1 ji 5'an ên hemû dozan e.

Wezaretê her wiha got Tirkiye divê li hemû biryarên KE'yê bi cih bîne.

Di bersiva Wezareta Karê Derve de hate destnîşankirin CPT'yê di rapora xwe de ya piştî serdana 2019'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye 'bifikar in' û hate bibîrxistin li gel ku reşa deryasayî ya 2018'an hatiye rakirin jî Abdullah Ocalan nikare parêzer û malbata xwe bibîne û ev jî cihê fikaran e.

Li ser pirsa bê ka derheqê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş çi hatiye kirin jî Wezaretê got divê biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş demildest were bicihanîn û ev helwest di bin sîwana KE'yê jî didome.

Wezaretê her wiha di bersivê de destnîşan kir ku li Tirkiyê azadiya çapemeniyê van salên dawî pir bi paş ketiye û mijara nûçegihanên girtî ji hêla welatên YE'yê ve tê şopandin.