Hikumeta Elmanyayê naxwaze dagirkeriya dewleta Tirk bibîne

Hikumeta Elmanyayê derbarê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn û Metînayê daye destpêkirin got: “Di destê me me de têra xwe agahî tuneye ku em bibêjin dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye.”

Partiya Çep a Elmanyayê (Dîe Lînke) derbarê êrîşên dagirker ku dewleta Tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna ya Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin, pirsnameyek dabû Meclîsa Federal

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût derbarê nûçeyên ku artêşa Tirk di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar aniye, binpêkirina hiqûqa navneteweyî û nîqaşkirina van meseleyan a bi dewleta Tirk re pirsîbû.

Wezîrê Berpirsê Karên Ewropayê ya Elmanyayê Mîchael Roth ev pirsname bersivand û got: “Derbarê êrîşa dawîn a dewleta Tirk di destê hikumeta federal de agahî tuneye ku bê ka hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin an na.”

Desteya Lijneya Zanistî ya ku ji Meclîsa Federal re şêwirmendiyê dike par di meha Tîrmehê de diyar kiribû êrîşên ku Tirkiye li dijî Başûrê Kurdistanê dike, tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku hiqûqa navneteweyî dibe qurbanê bazara bi dewleta Tirk û got: “Hikumeta federal careke din li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng dimîne. Wisa xuya ye têkiliyên Yekîtiya Ewropayê ya bi Tirkiyeyê ji mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî girîngtir e.”