Hikumeta Elman ji sabotajê ditirse

Piştî ku hate eşkerekirin jiberçûna gazê ya li lûleyên Herka Bakur a 1 û 2 ji ber sabotajê ye, li Elmanyayê fikar zêde bûn û li ser elektrîk, telefon û înternetê sabotaj çêbibe.

Li xetên lûleyê yên Herka Bakur a 1 û 2 ku gaza Rûs di ser Derya Baltik digihîne Elmanyayê, beriya sê rojan hate tespîtkirin ku gaz ji ber diçe. Pisporan tespît kirin ku piştî du teqînan gaz ji ber çû. Li sê nuqteyên cuda yên li nêzî Girava Bornholmê ya li Danîmarkayê hîn jî gaz ji xetên lûleyê diçe.

Hem hikumeta Elman hem jî Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyan ragihandin ku bûyer ji ber sabotajê bûye. Hin ji siyasetmedar û pisporên rojavayî jî Rûsya sûcdar kirin. Lê belê rêveberiya Moskowayê sûcdarî qebûl nekir û destnîşan kir ku rawestîna gaza ber bi Ewropayê ve bi ti awayî bi kêrî Rûsyayê nayê.

HIKUMET: GEF LI SER BINESAZIYA KRÎTÎK HEYE

Piştî bûyerê, hêzên ewlekariyê û yekîneyên îstîxbaratê yên Elman ên li Derya Baltik tedbîr zêde kirin. Eşkere bû ku Wezareta Karên Hundir ne tenê têkildarî xeta gazê, her wiha têkildarî xetên elektrîk, telefon û înternetê jî bi fikar in ku êrîşên sabotajê bêne kirin.

Rojnameya Bîldê ragihand ku Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser gelekî bi fikar e ku êrîşeke nû bê kirin. Rojnameyê diyar kir, yekîneyên ewlekariyê ku di wê baweriyê de ne gefeke metirsîdar li ser binesaziyê heye, dema dawî tedbîr zêde kirine. Li gorî rojnameyê wezîr Faeser got, "Divê em li ser wan senaryoyan bixebitin ku beriya demeke kurt nedihate texmînkirin."

Hate ragihandin ku ji bo xurtkirina ewlekariya sîber, şîrket, saziyên mezin û daîreyên dewletê jî tedbîr zêde kirine.