Heyva Sor a Kurdistanê kongreya xwe ya 30'emîn lidar xist

Saziya Alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê ya li Elmanyayê kongreya xwe ya 30’emîn lidar xist. Kongre li bajarê Troîsdorfê Elmanyayê bi tevlîbûna xebatkar, endam û mêvanan pêk hat.

Di destpêka kongreyê de Serokê Heyva Sor Dr. Rojvan Bîlgîn axivî. Bîlgîn xebatên Heyva Sor ên sala 2022’an bi awayekî berfireh nirxandin û got: "Em îro Kongreya 30’an a Heyva Sor a Kurdistanê lidar dixin. Em hêvîdarin ku di vê kongrê de encamên serkeftî derkevin holê û ji bo kesên mexdûr û xîzan zêdetir xebatên alîkariyê were kirin.

Her wiha, îsal salvegera 30’an a damezrandina saziya me ye. Di 4’ê Adara sala 1993’an de ji aliyê komek welatparêzên Kurd ve saziya me Heyva Sor a Kurdistanê li bajarê Bochum ê Elmanyayê hate damezrandin.

Em weke rêveberîya Heyva Sor, di tevahîya 30 salên derbasbûyî de ji hemû avakar, xebatkar û endamên saziya me û her wiha hemû kes û saziyên ku alîkarî dane saziya me re spas dikin û ew kedkarên ku koça dawî kirine jî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Heyva Sor a Kurdistanê xebat û mîsyona xwe ve di çavên dijminên gelê Kurd de bûye wek kelemekî. Lewma di serî de dewleta Tirk û dijminên gelê Kurd her tim saziya me ji xwe re kirine hedef û di peywendiyên xwe yên bi rêya NATO û dewletên Ewrûpayê ve li ser saziya me astengî, zext û qedexekirin armanc kirine. Ji ber vê, di salên derbasbûyê de dijî saziya me gelek êrîş, zext, astengî hatin çêkirin doz hatin vekirin. Li hin welatên Ewropayê peymana Xaça Sor û Heyva Sor a navneteweyî a ku logoya Heyva sor û Navê Heyva sor tenê netewên xwedî dewlet dikarin bi kar bînin ji xwe re kirin hincet û ev nav û logo qedexekirin. Hin saziyên me mecbûr man nav û logoyên xwe biguherînin. Bi dehan caran hesabên bankeyan yên saziyên me hatin girtin. Li dijî buroyên saziyên me serdegirtinên polîsan çêbûn. Ji bo saziya me were qedexekirin doz hatin vekirin. Hê jî li eyaleteke Elmanyayê saziya me qedexe ye.

Mixabin di dîroka gelê Kurd û her wiha dîroka saziya me Heyva Sor a Kurdistanê de rojekî reş heye ku ti car nayê jibîrkirin. Di 16’ê Gulana 1997’an de, PDK’ê li Hewlerê gelek sazî û rêxistinên welatparêz di serî de Nexweşxaneya Dezgayê Jiyan û Awedan (DJAK) a girêdayî Heyva Sor a Kurdistanê dorpêç kir û bi çekên giran êrîş kir. Li nexweşxaneya Heyva Sor 9 birîndarên dihatin dermankirin bi xwînxwarî hatin gulebarankirin û li wir şehîd bûn. Nexweş, birîndar û xebatkarên nexweşxanê yên mayî jî hatin destgîrkirin û ev kes hatin windakirin. Ti agahîyek ji van kesên hatin destgîrkirin, heya niha nehatiye girtin. Ne cenazeyên wan hatin teslîm kirin ne jî cihê gorên wan hatin gotin.

Heyva Sor a Kurdistanê, bi tevî van êrîş, qetlîam, astengî, zext û qedexeyan jî tevahiya 30 salên derbasbûyî, bi kar û xebatên xwe karîbû bibe hêviya kesên mexdûr û xizan. Heyva Sor a Kurdistanê yekane saziya alîkariyê ye ku ji bo her deverên Kurdistanê 30 salên bê navber ji bo kesên mexdûr û muhtaç xebatên alîkariyê dike. Di navbera Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr de tu cûdahiyê nabîne û li kîjan devera Kurdistanê pêwistîya alîkariyê hebe ji bo wê deverê alîkariyê xwe dişîne.

Saziya me her sal diçe xebatên xwe yên alîkariyê ve mezin dibe. Lê belê li Kurdistanê, ji ber êrîşên dewletên dagirker, ji ber şer, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan, bi milyonan mirov ji bo li ser piyan bimînin, li berxwe didin. Her sal hejmara mexdûran zêdetir dibe. Divê em wek saziya alikariyê ji ber vê rewşa giran bi erka xwe rabin û hemû cûreyên xebatên xwe zêdetir xurt bikin, da ku em bikaribin pêwistiyên hemû kesên mexdûr û muhtac bicîhbînin.“

Piştî axaftinê, dîwana Kongreyê hat hilbijartin. Peyamên mêvan û saziyan hatin girtin. Ji yek van avakarên Heyva sor a Kurdistanê Ahmet Aktaş li ser kurteçîroka damezrandina Heyva Sor axaftin kir. Raporên xebat û maliyê yên sala 2022‘an hatin xwendin.

Di nirxandinan de hat gotin, li Kurdistanê ji ber êrîşên dewletên dagirker, ji ber şer, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan hejmara kesên mexdûr û hewceyî alîkariyê zêdetir bûne. Ji bo vê lazime ku Heyva Sor a Kurdistanê di serî de xebata endam çêkirinê û her wiha hemû beşên alîkarî komkirinê de wek qumbere, kampanya, bi saziyên biyanî û navneteweyî re proje çêkirin de xebatên xwe xurtir bike da ku pêwistiyên kesên mexdûr bi cih bîne.

Delegeyan raporên xebat û maliyê erê kirin û soz dan ku ew ê demên pêş hê zêdetir ji bo kesên mexdûr li Kurdistanê xebatên alîkariyê bikin.

Her wiha li ser xebatên demên pêş biryar hate dayin ku ew ê hewldanên xwe di serî de ji bo bicihanîna pêwîstiyên gelê Rojhilat, Şengal, Mexmûrê û her wiha ji bo mexdûrên her deverên Bakur, Başûr, Rojava jî dewam bikin.

Her wiha biryara zêdekirina hejmara zarokên ku ji projeya zarokên sêwî û bêxwedî alîkarî digrin, hat dayîn.

Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû hate hilbijartin û kongre bi guhdarkirina muzîkê bi dawî bû.