Heyva Sor a Kurdistanê ji bo erdhejzedeyan dest bi kampanyayê kir

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariya bi erdhejzedeyan dest bi kampanya alîkariyê kir û bang li gel kir.

Bi vî wesîleyê Heyva Sor a Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

" Ji ber erdheja 24'ê Çileyê ya bi dijwariya 6.8 pileyî ku li navçeya Xûxê ya bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê rû da di serî de li Xûxê li navçeya Wêranşer a Meledî û gundên derdorê 41 kesî jiyana xwe ji dest dan 1607 kes jî birîndar bûn. Her wiha erdhejê li herêmê rê li ber xisareke mezin vekir.

Heyva Sor a Kurdistanê ku 28 sal in bênavber alîkariyê digihêje mexdûr û hewcedarên li her devera Kurdistanê, di serî de ji kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan rehma Xwedê, ji malbat û xizmên wan re sersaxî xwest. Ji birîndaran re jî daxwaza şîfa xêrê dike.

Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku alîkariyê bi gelê me yê ji ber erdhejê mexdûr bûye bike. Ji be astengiyên dewleta Tirk û helwesta xwe ya di karesatan de nîşan dide, alîkariya ku bê kirin wê yek bi yek ji malbatên mexdûr re bê şandin.

Em bang li Kurdistanî û dostên li Ewropayê û hemû welatparêzan dikin ku bi berpirsyarsî nêzî alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bibin û wezîfeya xwe ya însanî pêk bînin, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêj bikin."

AGAHIYÊN JI BO ALÎKARIYÊ

Di daxuyaniyê de ji bo alîkariya bê kirin jî ev agahî hatin parvekirin:

"Armanc: Erdheja Xarpêtê
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
www.paypal.me/heyvasor."