Heya edalet pêk bê em li peyî wê ne!

Bi hezaran kes li Parîsê hatin ba hev û bi daxwaza “Ev şerme bi dawî bibe, raza dewletê were rakirin, edalet were pêkanîn” careke din bang li hikumeta Fransayê kirin ku bi erka xwe rabe.

Li Parîsê nûnerên partiyên siyasî, sendîka, tevgera femînîst û kolektîf ên Fransayê jî di nav de nêzî 10 hezar Kurdistanî û dostên wê ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li Parîsê hatin qetilkirin daketin qadan.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Ji saet 11:30’an şûnde malbatên şehîd Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan jî di nav de bi hezaran kes li Gare Dû Nord a Parîsê hatin cem hev, gelek kesayetên siyasî yên wek Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Parlamentera berê ya HDP’ê Besîme Konca, Şaredara 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard û komîteyên şaredariyê yên pê re, rêveberên Komeleya Ermeniyan û Seroka Kurdistanê ya Fransa Slyvie Jan cihê xwe di qadê de girtin.

Li pêşiya çalakiyê pankarta "Heya edalet di tariyê de bimîne Fransa sûcdar e" û rex wê daxwaza "edaletê"ku bi hemû zimanan hatibû amadekirin hat vekirin, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin.

Meşa yek saetî ya ji Gare Dû Nord heta Meydana Repûbliqûe dom kir, tevgerên jinên Fransî bi pankartên "edalet û heqîqetê" kortejek a femînîstî çêkirin; di kortejê de Partiya Komunîst, Yekîtiya Komunîst, Sendîkaya Solîdaîres, MRAP, Partiya Antî-Kapîtalîst, rêxistinên anarşîst, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyê bi pankart û flamayên xwe ve cih girtin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên "Dîktator Erdogan", "Jin jiyan azadî" û "Dawî li vê şermê bînin" û daxwaza "Bila raza dewletê bê rakirin û edalet were pêkanîn" hatin berzkirin.

Piştî meşa 1 saetî, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransa û Meclîsa Kurd a Demokratîk a Fransayê Şengul Karaca û Necmettîn Demîralp gelê ku 9 sal in li qadan vê têkoşînê dişopînin silav kirin û careke din bang li hikûmeta Fransayê kirin ku bi erka xwe rabe.

HASAN DOĞAN: DOZÊ LI DÎWARÊ EMPERYALÎZMÊ QELIBÎ

Li ser navê malbatên şehîdan birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz û bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan gel silav kirin.

Hasan Dogan got, “9 sal in em bi we re dimeşin. Lê mixabin hikûmeta ku wê rojê soz dabû me, soza xwe bi cih neanî. Hakimê lêpirsînê yê wê demê digot, ‘Ez heta radeyekê lêkolînê dikim, lê paşê min li dîwarekî diqelibim’. Dîwarê ku em lê qelibîn, dîwarê emperyalîzmê ye!” Wî bi bîr xist ku divê hikûmeta Fransa dest ji siyaseta xwe ya durû berde.

METÎN CANSIZ: DESTÊ MILYONAN LI PÊSÎRA WE YE

Metîn Cansiz jî axivî û got, “Hevrêyên Sakîne, Ronahî û Rojbîn hûn bi xêr hatin. Bi milyonan Kurd vê dozê şopandin. Bi milyonan ku li pey vê dozê ne edaletê diqîrin. Destên me û yên piştî me bên dinyayê û bi mîlyonan li pêsîra we ye. Edaletê bi cih bînin” û anî ziman ku têkoşîna edaletê wê bidome.

TJK-E: EM Ê HESABÊ VÊ KOMKUJIYÊ BIPIRSIN

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Besîme Konca axivî û got, “Ez we bi ruhê Sakîne, Rojbîn û Ronahî silav dikim. Em ê heta dawî têkoşîna wan bişopînin. Em qetlilan ji Dêrsim, Gurgum, Rojava û her parçeyên Kurdistanê nas dikin. Bi ruhê berxwedêriya rêheval Sara, zimanê dîplomasiya rêheval Rojbîn û ruhê ciwantiya rêheval Leyla, berxwedana ji Ewropayê heta çiya, ji welat heta zindanan û ji Rojava heta çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Ne 9 salên din, sed sal jî derbas bibin em ê vî hesabî neterikînin. Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin." Konca her wiha hewldanên dewleta Fransa  ên ji bo nixumandina komkujiya li Parîsê ji aliyê faşîzma Erdogan ve hatiye kirin, şermezar kir û daxwaza edaletê ya jinên Kurd anî ziman.

SUZY ROJTMAN: FRANSA CESARET DA DEWLETA TIRK

 Berdevka Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê Suzy Rojtman jî li ser navê 80 rêxistinên jinan ên Fransayê banga çalakiyê kiribû axivî û diyar kir, “Guleyên ku li van jinan hatin avêtin, di heman demê de li têkoşîna femînîst jî hatiyê avêtin. Dewleta Fransa cesaret da dewleta Tirk ku li naverasta Parîsê jinan bikuje. Me ev doz şopand û em ê ji vir û şûnde jî bişopînin. Em bêdeng nabin, em ê bêdeng nemînin. Têkoşîna jinan wê bidome” û destnîşan kir ku weke jin wê di têkoşîna edaletê de di refên herî pêş de cih bigirin.

REMZÎ KARTAL: BERXWEDANA GELAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ WÊ SERBIKEVE

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî li wir axivî û got, “Ez îradeya we ya 9 salan ji bo edaletê bi navê têkoşîna azadiyê li qadan hesab dipirse, silav dikim. Li hemberî polîtîkaya îmha û înkara Tevgera Azadiya Kurd a ji hêla faşîzma Erdogan, wê berxwedanî serbikeve. Em qatilan nas dikin. Heta ku Fransa ronî neke wê bibe hevparê vî sûcî.” û anî ziman ku ew şopdarên vê dozê ne û wê berxwedana gel di dawiyê de bi ser bikeve.

Hevserokê Koordînasyona Rêxistinên Ermeniyan (CCAF) ê Fransayê Ara Toranîan, parêzer û kurê Patrîk Devecîan Françoîs Devecîan di organîzasyona Kurdan de cih girtin. Li ser navê gelê Ermenî Toranîan axivî û bi bîr xist ku hişmendiya ku komkujiya Ermeniyan pêk anî hê jî dijî û yên li Parîsê komkujî kirin  heman yên êrîşî Ermenîstanê kirinî ne û diyar kir ku têkoşîna gelan wê berxwedana xwe ya li dijî faşîzma Erdogan mezin bike.

KJK BI PEYAMA XWE LI QADÊ BÛ

KJK'ê bal kişande ser gerdûnîbûna têkoşîna azadiyê ya ku sê jinên şoreşger temsîl dikin û destnîşan kir ku tevgera azadiya jinê ya ku bi Sakîne Cansiz destpê kir, li ser bingeha partîbûn û artêşbûna jinê û avakirina konfederalîzma jinê ya demokratîk derketiye asta herî jor.

Di peyama KJK’ê de ev tişt hatin gotin: “Bi vê qetlîama qirêj a li Parîsê re rûyê rast ê dewletên wekî Fransa û Elmanyayê careke din derket holê. Ev 9 sal in ku bûyer nehat ronîkirin jî sûcekî mezin e û ji bilî ku dixwazin rastiyan di tarîtiyê de bihêlin tiştekî din nîne. Ev dewletên ku xwe pêşverû, demokrat û azad dibînin, ji bo pişt perdeya Komkujiya Parîsê dernekeve û sûcdaran ceza nekin, rêgezên edalet û hiqûqê binpê kirin. Bi vî aliyî ve nîşan dan ku çawa nêzî tevgera me ya azadiya jinê û têkoşîna azadiya gelê Kurd bûne. Di vê wateyê de ne tenê dewleta Tirk, di serî de Fransa û Elmanya pergala modernîst û kapîtalîst ji Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê berpirsyar in. Ji ber vê yekê em Fransa û Elmanyayê û yên ku rasterast ev komkujî pêk anîne şermezar dikin.”

LAN BROSSAT: NABE KURD TERORÎST BÊN ÎLANKIRIN!

Şandeyek ji Partiya Komunîst cihê xwe li qadan girt. Rêveberê kampanyaya namzetê hilbijartina serokkomartiyê ya Partiya Komunîst Fabien Russell, Lan Brossat, Serokê Konseya Neteweyî ya Partiya Komunîst-PCF û Cîgirê Serokê Senatoyê Pierre Laûrent, Senatorê Val De Marne û Laûrence Cohen ku di heman demê de malûvaniya Festîvala Jinê ya Rojbînê kir û heyeta pê re got, “Gelê Kurd gelê ku li Rojhilata Navîn modela jiyana hevbeş a gelan daniye holê ye. Ji aliyê din ve kesên ku kiryarên terorîstî li dijî wan dikin, wan weke terorîst îlan dikin. Ev nayê qebûlkirin. Divê hikûmeta vî welatî tavilê dest ji vê neheqiyê berde û ji bo 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, edaletê pêk bîne.”

Senatorê Partiya Sosyalîst Remî Feraûd û Şaredara Herêma 10. Alexandra Cordebard jî axaftin kirin.

Feraûd got, “Min pirsên parlementoyê li Senatoyê li ser esasê rakirina nepeniya dosyayê û dabînkirina edaletê da. Di vê wateyê de divê hikûmeta me erka xwe pêk bîne. Ev têkoşîn wê bidome. Em vê dozê dişopînin.”

Li aliyê din Alexandra Cordebard bi bîr xist ku 10. Parîs a ku ew şaredar e, herêma ku Kurd cara destpêkê li Fransayê bi cih bûne ye û got, “Li herêma min qetilkirina 3 jinên kurd nayê qebûlkirin. Her wiha hemû Kurdên ku em bi rûmet mêvandariya wan dikin hedef girt. Em parçeyek ji vê têkoşîna edaletê ne.” û xwest astengiyên li pêşiya dosyayê bên rakirin.

BILA ABDULLAH OCALAN SERBEST BÊ BERDAN

Hevserokê Partiya Çep Jean-Chrîstophe Sellîn û heyeta pê re Kurdistaniyên li qadê silav kirin.

Sellîn wiha gotinên xwe anî ziman: “Ev 9 sal in têkoşîna edaletê tê meşandin. Weke roja destpêkê jî me got, em li ser doza gelê Kurd a berxwedêr in. Divê Fransa xwedî li têkoşîna gelê Kurd derkeve. Divê demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û hemû rêhevalên me yên HDP û PKK’yî bên berdan. Her wiha bang li dewleta Fransa kir ku PKK’ê ji lîsteya xwe ya rêxistinên terorê derxîne û ji bo 3 rêhevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez edaletê pêk bîne.”

Sekreterê Neteweyî yê Ekolojiya Kesk a Ewropayê (EELV) Sandra Regol û Cîgirê Sekreterê Neteweyî yê Ekolojiya Kesk a Ewropayê Jûlîen Bayoû, Serokê Lîga Komunîst a Azadîxwaz (UCL), Serokê Tevgera Dijî Nîjadperestî û Dostaniya di navbera Gelan (MRAP), Renee Le Mîgnot û gelek dostên Fransî mafê axaftinê girtin û li Qada Repûbliqûe careke din daxwaza pêkanîna edaletê qîriyan.

Hunermend Meral Alkan jî ji bo bîranîna her sê jinan derket ser dikê, çalakî di bin barana zêde de bi saetan dewam kir.