2 mêr bûn serokên YNK'ê -NÛ BÛ
Bafil Talabanî û Lahûr Şêx Cengî Talabanî bûn serokên YNK'ê.
Bafil Talabanî û Lahûr Şêx Cengî Talabanî bûn serokên YNK'ê.
Di civîna doh a meclîsa serokatiyê ya YNK'ê de dengdan hate kirin û di encamê de kurê Celal Talabanî Bafil Talabanî û biraziyê wî Lahûr Şêx Cengî Talabanî bi fermî bûn serokên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK).
YNK'ê di meha Kanûnê de li Silêmaniyeyê kongreya xwe pêk anî bû û 121 endamên Desteya Serokatiyê diyar kiribû.
Di nava rêveberiya nû ya YNK'ê de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Seroka Parlamenta Kurdistanê Rewaz Faîk û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kûbat Talanî jî hene.
Tê payin ku Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bibe Sekreterê Giştî yê YNK'ê.
Balkêş e ku her du kesên bûne serokên YNK'ê mêr in.