Hevseroka MSD'ê: Em plan dikin ku kongreya Sûriyeyê pêk bînin

Hevseroka MSD'ê Emîne Omer got, ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ew rêya diyalogê ji xwe re esas werdigirin û plan dikin ku dawiya vê salê kongreyeke ji bo gelemperiya Sûriyeyê pêk bînin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û rojeva siyasî ya li Sûriyeyê ji servîsa Soranî ya ANF'ê re axivî. Emîne Omer diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêkan ew rêya diyalogê ji bo xwe esas dibînin. Omer anî ziman, hevdîtinên wan ên li Sûriye û derveyî welat didomin û plan dikin ku ji bo gelemperiya Sûriyeyê kongreyekê pêk bînin.

Emîne Omer destnîşan kir, peyama Ocalan ji bo gelên herêmê moraleke mezin e û got, "Başbûna rewşa tenduristiyê ya Rêbertî ku bi salan e tecrîdkirî ye, ji bo gelên herêmê bû moraleke mezin. Rêber Apo di peyama xwe de ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kir, çareseriya pirsgirêkan bi diyalogê dibe. Em jî bi navê MSD'ê dibêjin, çareseriya pirsgirêkan diyalog e. Em destnîşan dikin ku der barê Tirkiyeyê de hin şertên me hene."

Emîne Omer anî ziman, dewleta Tirk dest ji planên xwe yên ji bo dagirkirina Sûriyeyê bernedaye û got, "Çawa ku ji bo vê armanca xwe heta niha komên cîhadperest hemû xwedî kir, DAÎŞ xwedî kir, niha jî dest ji vê plana xwe bernedaye. Armanca xwe dagirkirina Sûriyeyê ye."

'JI BO ÇARESERIYÊ EM SERÎ LI HER RÊ Û RÊBAZÊ DIDIN'

Hevseroka MSD'ê anî ziman, ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ew rêya diyalogê ji bo xwe esas dibînin û got, "Hem bi rejîma Sûriyeyê re hem jî bi aliyên din re em vê rêyê diceribînin."

'EM PLAN DIKIN KU KONGREYA SÛRIYEYÊ PÊK BÎNIN'

Omer destnîşan kir, divê destûreke bingehîn a pir alî ya ku mafên her kesî garantî dike bê amadekirin û got, "Hem li Sûriyeyê hem jî li derveyî welat karên me yên ji bo çareseriya siyasî didomin. Di serî de Fransa û Awûstûrya me li gelek welatên Ewropayê, welatên Ereb û Sûriyeyê dest bi hevdîtinan kirin. Li ser Sûriyeya paşerojê, destûra bingehîn û şêweyê rêveberiya Sûriyeyê em komxebatan dikin, hevdîtinan pêk tînin. Hevdîtinên me wê bi qasî 6 mehan bidomin. Piştre jî em plan dikin ku kongreyeke Sûriyeyê pêk bînin."