Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin

Li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Girseya gel li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê li hev civiya û piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, ber bi Şaredariya Lîmassolê ve meşiya.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ, TJK-E hatin hildan û dirûşmên "Bimire nokerî", "Terorîst Erdogan", "Kujer dewleta Tirk", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Piştî meşê siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat li qada çalakiyê axivî û anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji êrişan jiholêrakirina destketiyên gelê Kurd e û ji Efrînê heta Şengalê dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike.

Lezgîn Serhat bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û got, "Gelê Kurd wê tevî dostên xwe xwedî li vê berxwedana dîrokî ya gerîla derkeve."

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.