‘Heta polîtîkaya necezakirinê bidome wê komkujî ji bidomin‘

Li Nurnbergê kesên di komkujiya Gurgumê, Roboskî û Girtîgahan de hatine qetilkirin hatin bîranin. Di bîranînê de Nivîskar Şehbal Şenurt Arinli anî ziman ku heta polîtîkaya necezakirinê bidome wê komkujî ji bidomin.

Li bajarê Nurnberg yê Elmanyayê kesên ku di komkujiya Gurgum, Roboskî û komkujiya 19’ê Kanûnê ya Girtîgehan de hatine qetilkirin bi meresimekê hatin bîranin. Gelek sazî û Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê ji bo kesên hatine qetilkirin rêz hate girtin.

Di bîranînê de Nivîskar Şehbal Şenyurt Arinli axivî. Arinli anî ziman ku heta polîtîkayên necezakirinê bidome wê ev komkujî jî bidomin û got: “Divê navên kesên ku di pêkanîna komkujiyê de derbas dibin, yek bi yek werin deşîfre kirin.“

‘RUHÊ BERXWEDÊR‘

Piştî axaftina Nivîskar Şehbal Şenyurt Arinli, Hozan Emekçî axivî û tiştên di dema komkujiya Gurgumê de bi serî wî hatiye anî ziman. Emekçî diyar kir ku eger îro jiyana pir rengî li Tirkiyê hebe ew jî bi rêya ruhê berxwedanê ye. Ev ruhê berxwedêr jî gerîla ye. Eger Tirkiye bikare vî ruhê berxwedêr tune bike wê hemû reng jî tune bibin. Eger îro rengên cuda dikarin jiyana xwe berdewam bikin ew jî bi saya berxwedana gerîlayan e.“

Piştî axaftinan, bîranîn bi stranên Hozan Emekçî dawî bûn.